Ev lotik lotikek xêrê ye

Tevgera Goran gellek caran nirx û berjewendîyên netewî binpê kirin û bi taybet li dijî PDK tev gerîya. Lê xuyaye çirûskên xêrê derdikevin pêş.

Di navbera rêveberîya PDK û Tevgara Goran de civînek hevbeş hat lidarxistin û lotikek baş hat avêtin. Helber tiştek ji dijminatî û dijberîyê dernakeve. Yekdengî û piştgirîya tevger û partîyên Kurd erkek pêwist û girîng e. Paraztina Kurdistana azad erka her kesayet, tevger û partîyê ye. Kesên ku li dijî Kurdistana azad derkeve û berjewendîyên netewî binpê bike, bawer bikin wê zirarek mezin bide xwe jî û wê bide Kurd û Kurdistanê jî.

Di civîna hevbeş de li ser pêvendiyên navbera Partiya Demokrata Kurdistanê û Goranê hat rawestandin,  çareserkirina kêşeyên heyî û metirsîyên ku dibin sedema bihêztirkirina pêvendiyên navbera her du aliyan hatin nîqaşkirin.

Di dawiya civînê de her du alîyan teqez li ser vê yekê kirin ku pêwîste di amadekirina stratejîya Kurdistanê de li ser esasê niştimanî û netewî tev bigerin.

Aha ev lotik lotikek pîroz e.

Di her şert û qeydê de divê em Kurd li ser esasê niştimanî û netewî tev bigerin, nirx û berjewendîyên netewî biparêzin.

Em hêvîdarin wê têkilîyên PDK û Tevgera Goran baştir bibin, pêşdetir biçin û di siyaseta netewî de hevdeng û hemdeng bin.

Hewlêr

About The Author