Samîyê me lotikek li ANF xist

Wek hûn zanin, lotikvanên ajansa ANF car caran senaryoyên kesanedî dinivîsin, ji wan senaryoyan şano û tîyatroyên li gora xwe diafirînin. Xuyaye senaryoya ku vê dawîyê nivîsandibûn senaryoyek bi vî awayî bû. Lê derhênerên vê senaryoyê carna hinek tiştan ji bîr dikin; senaryoyên ku li ser bingehek nerast û pêbawer hatibin nivîsandin, fîlm û şanoyên xweş jê dernakevin, dilê xelkê ji wan fîlm û şanoyên pînekirî dixele û pê vedirşin.

Axir, di 09.10.2012 an de ajansa ANF belgeyek ku kes nizane ne ji ezmanan ji wan re daketibû, ne jî cin û pîrebokan ji wan re şandibû, weşand û got ku „Hikûmeta Kurdistanê, Kurdên binxetê, Amerîka, Tirk û Îsraîlî li PYD bûne yek, plan û stratejîyên tunekirina PYD danîne ber xwe“ û hikûmeta Kurdistanê jî kiribûn şirîkê wê senaryoyê. Her çiqasî ji wan û derûdora wan pêve kesî bawerî bi vê lotikê neanî jî, lê dîsa jî aqilmendên ANF di serê xelkê de şik û guman hiştin ku ji xwe daxwaza wan a sereke jî ev bû. Yanî siyaseta „herî û çiravê bavêje, girt ji xwe girt, negirt jî şûna wê dimîne.“

Werhasilî kelam, di vê derbarê de çavê herkesî li daxuyanî û bersiva hikûmeta Kurdistanê bû.

Sekreterê rojnamevanî yê serokwezîrê Herêma Kurdistanê kek Samî Ergoşî, di vê derbarê de daxuyanîyek da, nûçe û belgeya ANF derew û sexte derxist û çewalek ji çewalên Amerîkayê mezintir xist serê çawîş û başçawîşên ANF.

Samîyê me di daxuyanîyê de got: „Binerin qurban,  berê di bin serpereştiya serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî de, bi şêweyekî eşkere û li pêşberî medyayê civînek ji bo partîyên siyasî yên rojavayê Kurdistanê li Hewlêrê hat çêkirin û di encamê de Desteya Bilind ya Kurd hat damezirandin. Siyaseta herêma Kurdistanê eşkere ye û ew jî ewe ku herêma Kurdistanê ligel her biryarekê ye ku xelkê Sûrîyê niha û di dema pêş de bide. Bi tu şêweyan civînek wiha li herêma Kurdistanê çênebûye. Ew belgeya ku di nûçeya ANF de hatiye belavkirin derew û sexte ye, bi teknolojîya nûjen hatiye dirustkirin“ û da ser pişta çêker û derhênerên belgeyên sexte.

Ez serê we neêşînim, dibêjin „Çira virek û derewkiran heta razanê pêdikeve“.

De heta senaryo û şanoyek din bi xatirê we..

Bimînin di nav belgeyên sexte de…

Hewlêr

About The Author