Nameyek vekirî ji hikûmeta Kurdistanê re!

Birêz serokwezîr, birêz wekîl, birêz çawîş û başçawîşên parlamentoya Kurdistanê…

Li gor îstatîstîka rêveberiya serwetên ajal û veterîneriyê, li Herêma Kurdistanê di nava 6 mehên destpêkê yên sala 2012an de 288 hezar û 730 ajalên cûr bi cûr û zêdetirî 5 milyon mirîşk hatine xwarin.

Li gora ku di nava 6 mehan de 5 milyon heval û hogirên me ji alîyê Kurdekan ve hatine xwarin û şehîd ketine, tê wê wateyê ku wê di nava salekê de 10 milyon rêhevalên me bên xwarin, bên kelandin, qelandin, birajtin û raserî êşkenceyên kesanedî bên.Heke bi vî awayî bidome, wê li Kurdistanê mirîşk nemînin, wê hêk nemînin û hûnê mecbûr bimînin ku ji Tirkiye, Îran, Sûrî û dewletên din dest bi îthalata goştê mirîşkan bikin û mesrefek mezin li goşt û hêkên mirîşkan bikin.

Birêz serokwezîr û serokê Kurdistanê..

Heke hûn naxwazin em di Dadgeha Mafê Mirîşkan de dozê li we vekin û doza tazmînat û curmê li we bikin, bi lez û bez rê li ber enfal û komkujîya mirîşkan bigrin û nehêlin Kurdekan zêde mirîşkan bixwin.  Salê xwarina 10 milyon mirîşk pir û pir zêdeye. Em dixwazin hûn biryarekê ji parlamentoyê derêxin û hejmara xwarina goştê mirîşkan ji 10 milyonan daxin 5 milyonan, ango bikin fîftî fîftî..

Hêvîdarin hûn vê name û banga me li ber çav bigrin..

Bi rêz û silavekan

Serokê Komela Mafê Mirîşkên Kurdistanê

Dîkil Axa

 

About The Author