Nehêlin zarokên me bimirin!

Grêvên birçîbûnê qrîzek mirovî û civakî ye. Fedakarîyek mezin, qurbankirina ruh û giyanê pîroz e. Ji qurbankirina ruhê şîrîn mezintir qurbantî tuneye. Girtîyên ku îro ketine grêva birçîbûnê û ruhê şîrîn dane ber kêra qurbanê, helwest rast yan nerast be jî dilê me dêşîne, wîjdanê me dijenîne. Wîjdan qebûl nake ku keç û xortên Kurd  di girtîxaneyên dijmin de bibin qurban û di vê cejna qurbanê de malbatên wan di nav şîn û girî de bimînin.

Wek tê zanîn, zêdeyî 47 rojane ku texmînen 600-700 keç û xortên Kurd (hinek dibêjin 10 hezar in) ku piranîya wan endam yan hevalbendên PKK ne, ji bo daxwaz û pêkhatina hinek xal û armancên xwe ketine grêva birçîbûnê (grêva mirinê). Çine ev xal û armanc?

1-      Başkirina şert û mercên Ocalan

2-      Xweparaztina bi zimanê Kurdî

3-      Perwerdeya bi zimanê Kurdî

Ev kesên ku ketine grêva mirinê bêguman piranîya wan kesên siyasî ne. Û kesên siyasî jî helbet divê daxwazên siyasî ji dewlet yan hikûmetê bikin. Dil dixwest ku ev kesên dixwazin ruhê xwe bikin qurban û fedakarîyek mezin dikin, karîbûna ne tenê şert û mercên Ocalan lê şert û mercên xwe û hemû girtîyan jî wek xalek bingehîn bidana pêş. Dil dixwest ku ev kesên siyasî ne tenê xweparaztina bi zimanê Kurdî û perwerdeya bi zimanê Kurdî, lê xal û daxwazên wek “di makzagonê de qebûlkirina nasnameya Kurdî, qebûlkirina Kurd û Kurdistanê” jî bidana pêş. Madem emê ruhê şîrîn bikin qurban, çima emê daxwazên mezintir jî nexwazin?

a-Helbet baştirkirina şert û mercên Ocalan mafê wan e, mafekî mirovî ye. Mafê wan e ji ber Ocalan serokê wan e û kesê ku pirsgirêkên navbera hikûmeta AKP û PKK çareser bike Ocalan e. Ji ber vê, baştirkirina şert û mercên Ocalan wê navbera hikûmetê û PKK jî baştir bike, baştirkirina şert û mercên Ocalan, wê pirsgirêkên navbera hikûmetê û PKK jî kêmtir bike. Wê hêvîyekê ji bo pêkhatina aştî û sekinandina şer çêke.

b-Xweparaztina bi zimanê Kurdî ji xwe wek xalek bingehîn di kongreya AKP de hatibû holê û îhtîmalek pir mezin heye ku ev xal di pêşerojê de ji alî hikûmetê ve têkeve jiyanê. Nîşana vê gavê jî ev bû ku piştî çend salan endamê KCK Hatîp Dîcle derket dadgehê û paraztina xwe bi zimanê Kurdî kir.

c-Daxwaza perwerdeya bi zimanê Kurdî helbet xal û daxwazek girîng û pîroz e. Her çiqas girîng û pîroz be jî, ewqas giran û zehmet e jî. Çima? Ji ber perwerdeya bi zimanê Kurdî tê wateya hejandin, ricimandin, têkbirin û hetta parçekirina dewleta Tirkiyê jî. Xala herî mezin a ku dewleta Tirkiyê li ser lingan dihêle, ziman e, zimanê Tirkî ye. Zimanê Tirkî asîmîlasyon e, înkarkirin e, tunekirin e û Tirkkirin e. Ji xwe tirsa rayedarên dewletê jî ev tirs e. Heke zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê, bike neke wê prestîj, qedr û qîmetê zimanê Tirkî kêm bibe, wê zimanê Tirkî êdî bandora xwe li Kurdan neke û wê zimanê Kurdî ruhê Kurd û Kurdistanîbûnê di mejî û dilê Kurdan de geştir bike. Ji ber van sedemên girîng, daxwaza perwerdeya bi zimanê Kurdî daxwazek maqûl, girîng û pîroz e.

Axir, çi dibe bila bibe, naveroka daxwazên girtîyan çi dibin bila bibin, wek Kurd em pê dêşin ku keç û xortên me jiyana xwe wenda bikin. Ji kîjan partîyê dibin bila bibin, qurbankirina ruhê şîrîn fedakarîya herî mezin e. Îro 600-700 mirovên me ruhê xwe ji bo daxwazên xwe dikin qurban. Her Kurdê ku xwedî wîjdan be, xwedî daxwaz û armanc be, bêyî ku ferqê têxe navbera dîtin yan alîgirîyek siyasî, divê xwedî li keç û xortên xwe derkeve, girtîyên xwe bi tenê nehêle, daxwazên wan bigihîne cîyên pêwist û helwestek Kurd û Kurdistanî bigire. Ji bîr nekin, mirina her ferdekî Kurd ji bo me zirar e..

About The Author

3 thoughts on “Nehêlin zarokên me bimirin!

  1. rojiya bircibune anji amirine,
    be sik ji cane merev tijtek serintir tine kesen bixwazin cane xwa bikin kurban dbe gelek xwadi bahweriyek mezin bin ev yek timam.
    le mixambil u sed caridi mixambil kec u xote kurda dibine kurbane ci u kijan pilane kirej,
    carna hinek rexistin an ji teskilat dixwazin xwa bidine naskirin ti inkane wa tine ku medya anji gele derveyi wa denge wa bike necar dimenin u biryarek li ser cane xwe didin u dikevin rojiya bircibune,le ku saziyek xwadi teskilaten legabe u bixwa di meclisa wi welatide xwadi axaftinbin u bi hamu cure tekiliya dikarin tekiliya bi derwere cekin cime xort u kize kurd dikevine rojiya bircibune jixwa girtiyen zidana di serte heri zahmet de dijin ma ev yek nebese??????.Sebeb cidebe bereb dibe rebere pkk u e BDP rojek beri rojeke dawi li wan calakiye rojiya bircibune benin yan na bikasi dewlwta dirker ewji we berpirse we xwe kujiyebin,BDP keremkin win Milet wekiline li hamuke diyaye win dikarin bigerin tekili deynin cime win van tijta nakin????. tistek ji cane insan piroztir tineye win ke dikine kurbana ke?????????????????…keremkin diplamasiyek derve dest pekin xelke kurd win hilbisattine ku win weki ajitevana ajite dikin diplamasiya derve bikin ma jiyanek navbara car diwara bixwa ne rojiya bicibuneye?

  2. Heçê kesên ev zarokên me ber bi mirinê dişeyne lanet li wan be. şert û merc û azadîya Ocalanî me eleqeder nake lê ber ve mirinê çûyîna van mirovan dilê me kezeba me parçe dike.

  3. Ere lawo.Merxasen kùrdan canè §erin pe§ke§i nokerek bè §eref pe§ke§ dikt.A ew kezeb li mi disoti.Malà sebeban bi soti.

Schreibe einen Kommentar

Deine E-Mail-Adresse wird nicht veröffentlicht. Erforderliche Felder sind mit * markiert

Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.