Ji mamo re Kurdistan tenê Silêmanî ye

Li ser bextê Erebên qûnreş û çapemenîya wan be, li gora ku rojnameya Al Siyase ya Kuwêtî radigihîne, dibêjin mamê me Celal Talabnî çend lotikên Sorankî avêtine û xwelîya heft gundan li serê Kurdan kiriye.

Li ser bextê rojnama Al Siyase û Erebên qûnreş be, dibêjin xwedêgiravî mamê me Talabanî gotiye „Ez ne li gel serxwebûna Kurdistanê û dewleta Kurdî me kaka. Heke hevdîtinên bi Bexdayê re negihên encamekê û Barzanî jî dewleta Kurdî ragihîne, emê ji herêma Kurdistanê derkevin û Silêmaniyê cuda bikin canekem“ û daye lotikan.

Êêêêêê, ma wê mam Cela çilo û çawa dilê Erebên qûnreş û sofîk û melayên Tehranê xweş bike baba? Mamê me hem li nêl dixe û hem li bizmêr.

Wê mamê me Silêmanîyê ji Kurdistanê cuda bike kuro, hehehehehehe!

Ma te kîjan rojê bi çavekî Kurdewarî li Kurd û Kurdistanê nerîye mamo!

Silêmanî ji bo te her tişt e, here Silêmanî û were Silêmanî, yanî Silêmanî ne di nav sînorên Kurdistanê de be Kurdistan serbixwe nabe û dewletek Kurdî jî ava nabe ne wilo mam Celal!?

Ê de cuda bike mam qurban cuda bike, dewletên dagîrker Kurdistan ji hev cuda kirine, tu mabû hema tu jî Silêmanîyê ji Kurdistanê cuda bike û temam, ma qiyamet ranabe…

Hewlêr

About The Author