Jîyana Zarokên Kurdan…

Çîroka jîyana her zarokî cuda cuda ye. Çîroka Jîyana her dayikê jî ji hevdû cuda ye. Her zarok an jin, jîyanê ku ji dil xwestiye nejîyaye. Her dê, ji mêj ve xwestiye ku  navê zarokê xwe lê bike û bi wî navî zarokê xwe mezin bike. Lê mixabin li Tirkîyê şensê (siûda) dayîkên zarokên Kurdan sî çil sal in derfeteke wiha nedîtine. Navê zarokên xwe bi zimanê xwe lê nekiriye. Ji ber ku zimanê Kurmancî qedexe bû. Her dê û zarok ev tengasî, mixabin bi salan kişandiye. Bi hatina dinyayê çîroka jîyana wan   bi destê wan dest pê nekiriye û heta mezinbûna wan. Helbet meriv dikare vê gotinê ji bo jinan jî bibêje. Li welatê Tirkîyê jîyana jinên Kurd zehf zor e.

Ji berê de, zarokên Kurdan bi hatina dinyayê dibe hemwelatîyê pola duyemîn. Bi navlêkirinê ev zehmetî dest pê dike, heta perwerdehîyê, kar bidestxistin û mirinê. Ger mirov mînakek piçûk bide, zarok tarîxa rojbûna xwe nizane. Lewra tarîxa wan jî şaş hatiye qeydkirin. Mixabin Jîyana wan wek nav û tarîxa rojbûna wan ne xuyaye. Nifşek wisa di nav dem û dewranê de winda bûn û çûn. Gelo kesek fikirî ku guhertinên wisa di bin hişê mirov de hestên çawa bi cîh dike? Guhertinên wisa pîsîkolojîyadê û bavan çawa dike bin bandora xwe? Ew zarok bi kîjan hestan tên xwedîkirin? Sedemên pîsîkolojîyek xirab, tenê evna nîn in. Feqirî, belengazî, paşdemayîn, jîyanek newekhevî û hwd.dibin sedem. Dema ku vana tên cem hevdu nifşekî wek bombe hatiye holê. Ji ber vê yekê, zarokên Kurdan jîyana xwe wek zarokên mîlletên din bi rehetî nikariye bijî. Helbet niha ne wek berê ye, hinek tişt hatine guhertin lê belê ev guhertin hîn jî ne bes in. Heger zarokek bikaribe bi zimanê xwe perwerdehî bistîne, di kolanan de bi rehetî bi zimanê dayika xwe biaxive, lîztikên xwe bileyize, tiştên ku naxwaze, gava bikaribe bi eşkere bîne ziman û hwd. wê demê zarokên Kurdan wê azad bibin.

Helbet di vê derê de dîsa piştgirî li ser milên dayîkan e. Dayîk bila dev ji zimanê xwe bernedin. Divê jinên Kurd zarokên xwe hînî zimanê xwe bikin, lorikê xwe bi zimanê xwe bistrên, navên Kurdî li zarokên xwe bikin û hwd. Meriv demên berê û niha dide ber hevdu dîsa jinên berê ji jinên niha xurtir bûne. Ji bin her barê giran rabûne. Wan çaxan ziman çiqas  qedexe bû jî, disa di nav malê de bi zimanê xwe bang li zarokên xwe dikirin, lorikên xwe digotin. Lê belê dem çiqas dibore, em jî ewqas ji çanda xwe dûr dikevin. Bi gelempêrî jî  jinên ku li bajarên mezin dijîn, ji çanda xwe, ji zimanê xwe dûr ketine. Bila kesek nebêje ku wê ziman ji min re çi bide qezençkirin. Rojek wê bê her kes wê zikê xwe bi zimanê xwe têr bike. Ji bîr nekin ger ziman nebe; çand, kultur, dîrok û millet nabe..

Zarokên Kurd gelekî  zehmet dîtine. Bi zehmetî, tadeyî mezin bûne. Feqirî, birçîbûn, mirin, kuştin û hwd. Di navbeyna du kulturan de hatine mezinkirin. Hinekan jî koç kirine Ewrûpayê. Helbet zarokên malbatên ku çûne derveyê welat li gor van derana piçekî dî jî bi siûd bûne. Ji ber ku wan li Ewrûpayê derfeta perwerdehîya bi zimanê zikmakî dîtine.. Zarokên Kurdên Tirkîyê ne ewqasî bi şens in. Lê belê hêdî hêdî her kes wê vegere ser eslê xwe. Nayê vê wateyê ku ewê zarokên Kurd her tim wisa bijîn. Ev ne qeder e. Êdî  him zarok him jî jin hişyar bûne. Dinya dinyayek global e. Êdî zarok her tiştî dipirsin, vedikolînin û nas dikin.Di vê demê de lazime mezinên zarokan jî piştgirî bidin zarokan, li wan şîret û pêşniyaran bikin, rêyên rast nişanî wan bidin. Bila êdî zarok xwe nas bikin, ji hevdu hez bikin, bikevin pey hestên hevpar û berîya her tiştî bila bibin insan.

Nûçevan

About The Author