EZ HESPÊ XWE LI KÎDERÊ GIRÊDIM

Camêrek hezjixwekirî,  li hespê xwe yê kehêl suwar dibe û diçe mala dostekî xwe dibe mêvan.

Lê mêvanîya wî ne wek mêvanên adetî bû. Camêr 10 rojekan dimîne û qet/hîç nîyet nîne ku here mala xwe.  Malxwê û kebanîya malê, ji mêvandarîya wî aciz dibin, dixwazin rojekê zûtir biçe. Qey mêvan jî ji mirûzbûna wan fahm dike.

Rojekê spêdê li hespê xe suwar dibe, xatirê xwe dixwaze. Jina malê dema mêvan bi rê dixe, xwe bi xwe dibê: “Çawabe diçe” û ji mêvan re dibêje: “Ma ecela te çibû, tu çend rojên din jî mabayî wî.”

Mêvan hema ji hesp peya dibe û ji jinikê re dibê: Ez hespê xwe li kîderê girêdim?

Jinik ji gotina xwe poşman dibe û dibêje: “Bi zimanê min ve girê bide.”

Îcar hay ji zimanê xwe hebin qurban…

About The Author