35 salên xwe bi tir û fisan derbas kir

De werin li vê ecêbê û li vê lotika kesanedî binerin.

Prof. Dr. Ahmed AKGÜNDÜZ ji bo ku Mela Saîdê Kurdî bike Ereb û wî ji Kurdayetîya wî dûr bixe, 35 salan lêkolîn kiriye, 35 salan çîrok û çîvanokên virt û vala dane ser hev û xwedênegiravî koka Mela Saîdê Kurd (Norsî) derxistiye holê.

Û mêro Mela Saîdê me kiriye çi û gihandiye kîjan kok û nîjadê hûn zanin?

Ew kiriye „Ereb, Seyid“ û „Nevîyê Hz. Mihemed“.

Profesorê ne profesor cîgerim Prof. Dr. Ahmed AKGÜNDÜZ, ji bo ku Mela Saîdê Kurdî bike Ereb û wî û ilmê wî ji Kurdan dûr bixe, 35 salên tirtire lêkolîn kiriye.

Ê law hey nizanim çi, birêz Prof. Dr. Ahmed AKGÜNDÜZ!

Ma go te 35 salên xwe bidaya xebata bratî, wekhevî, aştî, dadwerî û edaletê, te 35 salên xwe ji bo maf, wekhevî û demokrasîya mirovên li Tirkiyê xerc bikira, ne çêtir û bixêrtir bû oxlim?

Yanî tu Mela Saîdê Kurdî bikî Ereb wê çi li te zêde bibe, tu wî bikî Tirk wê çi li te zêde bibe ha?

Ma bi vir û derewan kes kare nîjad û qewmîyeta kes yan milletekî ji holê rake ewladim?

De aha ji te re Kurdbûna Mela Saîdê Kurdî sayin Prof. Dr. Ahmed AKGÜNDÜZ begefendîîîîîîîîîîîîîîîîîîîîîîîîîîîîîîîîîîîîî!

About The Author

2 thoughts on “35 salên xwe bi tir û fisan derbas kir

  1. wey hûn bi xêr hatin ser sera hatin. ew çen roje min nikarubu bikevim malpera we. hun lı ku wun? me berîya we kir.

  2. 35 salen xwe nav guyan derbas kiriye,de we kaxiza,dokumen a bike balor u di nav quze diya xwe ke,profesor e gunik e mın,prof ti ew e,

Schreibe einen Kommentar

Deine E-Mail-Adresse wird nicht veröffentlicht. Erforderliche Felder sind mit * markiert

Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.