Ka stratejîya we çiye kaka?

Wek hûn zanin yan nizanin, heyeta BDP ji bo ku ayetên başqan Ocalan bigihînin Kurdistana Qendîlê, çûn başûr û hinek hevdîtin jî li gel partîyên başûr kirin. Êêêêêê, ma heyeta BDP hevdîtinan li gel partîyan bikin û serokwezîr kak Nêçîrvan nebînin dibe? Nabe.

Axir, piştî hevdîtina bi kak Nêçîrvan Barzanî re, heyeta BDP û kek Nêçîr derketin pêşberî çapemenîyê û dest bi lotikan kirin.

turk barzaniXalê me Ehmedê mala Sîno li Hewlêrê, li paytextê Kurdistana Soranistanê jî bi Tirkî axivî, xwe li ber dilê Tirkoleran şîrîn kir û kêfa wan anî.

Wey aferîn xalê Ehmed, welle te lotikek pir baş avêt! Te xwelîya heft gundan li serê bakurî û başûrîyan kir û te dîsa zimanê Tirkî bi wan kir şîr û şekir!

Kak Nêçîrvan Barzanî behsa pêvajoya aştîyê kir û wek her car got “: Canekem, tiştê ji destê me bê emê texsîr nekin. Wek hikûmeta başûr em amade ne her cûre lotik bavêjin û alîkar bin” filan û bêvan.

Lê tiştê ku bala min kişand çi bû hûn zanin gelî lotikvanan?

Kak Nêçîrvan gotinek pir balkêş got.

Got: Doza milletê Kurd li Tirkîyê ne meseleya partîyek siyasî tenê ye, doza milletekî ye û divê bi awayekî stratejîk miamele bi vê meseleyê re bê kirin“ filan û wekî din.

Siphan allaaaaaaa û la îlale îlallah!

Başe kak Nêçîr, canekem, qurbanekem, hûn dibêjin „Ocalan mixatab e“, „Divê dewlet bi PKK re rûne“ û PKK dikin berdevk û nûnerê temamê Kurdên bakur. Ê başe qurban, madem doza milletê Kurd ne meseleya partîyek siyasî tenê ye û doza milletekî ye, ka hûn wek dewlet, wek PDK, çi plan û projeyên we, çi stratejîyên we ji bo Kurdên bakur hene? Çi stratejî, plan û projeyên we ji bo Kurdên rojhilat û Kurdên rojava hene? Çima hûn siyasetek netewî nameşînin, çima hûn stratejî, plan û projeyên netewî çênakin û meydanê ji xêrnexwazan re dihêlin? Yan başûrê Kurdistanê bes û zêdeyî serê we ye û parçeyên din yên Kurdistanê we eleqedar nake?

Na kak Nêçîr na!

Na canekem na!

Madem „Doza milletê Kurd li Tirkîyê ne meseleya partîyek siyasî tenê ye, doza milletekî ye“, wê gavê divê hûn jî wek Kurd, wek nîvdeletek Kurd, wek PDK û malbata serok Barzanî, xwedî li Kurdên parçeyên din derkevin, ji wan re bibin hamî (parêzer), plan, proje û stratejîyên we ji bo parçeyên din hebin û wan di nav destê çeqel û keftaran de nehêlin.

Na heke hûn dibêjin „Başûrê Kurdistanê besî me ye, petrol û pareyên me pir in, di firehîyê de herkes kurê bavê xwe ye û serê me bi Kurdên parçeyên din naêşe“ wî çaxî behsa milletbûnê nekin û bihêlin bila PKK û BDP Kurdên bakur bikin wek „goka nav lingê Maradona“ û li gora dilê xwe pê bilîzin û xelas….

Enqere

About The Author