Wekîlê Serokê Grûpa MHP Mehmet Şandir, li bajarê Izmîrê dîsa tirrek kir û bêhn ji xwe fûrand.
Birêz çeqilmast Mehmet Şandir, li bajarê Mersînê bi nûnerên sazîyên sivîl û çapemenîyê re xwarinek xwar (wey kerafî be rebbî) û çend zîtirkên MHP kî avêtin.
Şandir ê hewlo mewlo, şaşo maşo çi bêje başe?
Got: „Li gora qinyata min, milletek bi navê milletê Kurd tuneye. Kurd bi eslê xwe Tirk in û Tûranî ne. Dibe ku zimanê wan cuda be, lê em tev Tirk in, 1500 sal in em bi hevre jiyane, em bûne goşt û nenûk“ û qerasê Kurdan li xwe alandiye.
Way beeeeeeee!
Naxwe Kurd bi eslê xwe Tirk û Tûranî ne û heta niha me nizanîbû ha!
Olan sayin Şandirko, ez di wê nenûka ser goşt nim, ez di wî goştê bin nenûkê kim.
Heke bratîya me û we ew goşt û nenûk be, ez îro nenûkên xwe hildikim û sê telaqên we dixim destê we.
Kuro heçê bêje Kurd û Tirk wek goşt û nenûkê ne, bela xirrê Sofî Xelef bixwin û xelas…..
Mersîn