HUDA-PAR Kurd terkî însafa PKK nekir

Partiya Doza Azad Huda Par, bûye wek agir û bi lez xebatên teşkîlatên xwe didomîne. HUDA-PAR çendakî berê teşkîlata Edenê ava kiribû. Avahîya teşkîlatê, doh bi merasîmekê hat vekirin. Serokê partiyê parêzer Huseyîn Yilmaz jî, bi konvoyek qerase, bi def û zirne tev li merasîmê bû.

huda par

Di merasîmê de serokê HUDA-PAR ê Parêzer Mehmet Huseyîn Yilmaz, axavtinek qerase kir û behsa pêvajoyê û pirsa Kurd jî kir.

Huseyîn Yilmaz da zanîn ku, hevdîtinên Îmaraliyê yên partiya AKPê musbet dibînin. Yilmaz wiha got: “Binerin cîgerim, di vê pêvajoya nû de, em eşkere destekê didin sekinandina sîlehan û agirbestîyê. Di çarçova sekinandina sîlehan û  sekinandina çekdariyê de, helbet wê PKK û lîderê wê mûxatab bê girtin, gavek rast e. Feqet bi PKKê re, li ser navê heqên siyasî û kulturî yên hemî Kurdan bazar bê kirin, ne rast e. Lewra tenê PKK Kurdan temsîl nake û tenê dumahiyên PKKê jî Kurdan temsîl nakin. Em nikarin Kurdan terkî însafa PKKê bikin, Kurd ne bêxwedî ne babam“ û lotikek felaket avêt.

Werhasilî kelam, cîgerim M.Huseyîn Yilmaz abêmiz lotikek germik û nermik avêt, Kurd terkî însafa PKK nekirin û kumê PKK li serê hemî Kurdan nekir, li Kurdan xwedî derket.

Ez we nizanim, lê bi dîn û îman vê lotikê kêfa min anî lo…

Adana

About The Author

5 thoughts on “HUDA-PAR Kurd terkî însafa PKK nekir

  1. Sedan Kurd Kujtine u rabune w qala mafen Kurdan dikin .Xwuda bela xwe bide we. Hun Hijbul Jitem im. me we bira xwe nekiri ye.

  2. kêfa me ji lotikxanê re te. wûn me bi zimanê kurdî dikenînen û ser re û bin re rexnê xwe dikin. hita vira tu problem tune ye. lê gava hûn di derheqê hizbullah de nivîsan binivsînen hevî ya min eve ku hûn jibîr nekin ku hizbullah bi hezaren welatparez kustîye. hizbulla ne tene dijminê PKK ê bu, hizbullah djminê hemû kurd û demokratan bu. ji kerema xwe re partiya hizbullah weke partiye normal nisan nedin û bê ku wûn bixwazin propaganda wê jî nekin. hizbullah u partiya van huda-par cahsin û dilminê azadiya kurdan ne.

Schreibe einen Kommentar

Deine E-Mail-Adresse wird nicht veröffentlicht. Erforderliche Felder sind mit * markiert

Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.