Newroz çiye ? Newroz kî ye ?

Newroz bûk e, Newroz jîn û evîn e
Newroz yar e, gul û sosin bi bîn e… !

mem u zin 23Newroz keç e, ciwan û pir çeleng e
Bi xeml û xêz, çi xweş şox û çi şeng e.. . !

Newroz deng e, fîxana bilbilan e
Çi xweş nazik, li ber guh û dilan e… !

Newroz reng e, kesk û sor e li ezman
Çi xweş nav e, her ko ew tê ser ziman…!

Newroz dîlan, şadî, kêf û sema ye
Zîna Mem e, rîhana ber çema ye…!

Newroz dane, rojek bi xêr û bêr e
Newroz ronî, heyv û roj û stêr e…!

Newroz şan e, rûmet û berxwedan e
Newroz pêt e, pêta qotên çiyan e…!

Newroz kîn e, dijî zora neyar e
Newroz ceng e, hemberî koledar e…!

Newroz al e, li destên egîdan e
Newroz xwîn e, ji canê Şehidan e…!

Newroz, ango, rojek nû va hilatî
Çirûsk daye li başûrê welatî…!

Belê pêtên wê gihiştî nav dijmin
Wê derbîne koka faşistan ji bin…!
Kurdistan

About The Author