PERGALA AXATÎYÊ

HASAN_TABANEzê di vê nivîsa xwe de li ser têgihîna axatî û axa bisekinim. Yên ku li herêma rojhilata başûr jîyana xwe didomînin her dem vê têgînê dibihästin. Gelo axatî çiye? Li gor ferhengê wateya axa ev e: Yên ku xwedî erd in an jî xwedî axên  berfireh in, ango dewlemendên xwedî erd in. Têgihîna axatîyê di heyama Osmanîyan de yên ku di civakê de asûna xwedî îmtîyaz bûn û ji xwedî otorîteyan re ev pênasan didan wan şexsîyetan. Niçika axatîyê di serdema  navîn de ji pergala feodalîteyê tê. Digel di sedsala 21mîn de pergala axatî edî tuneye, lê li welatê me hêj hebûna xwe bi qels didome.

Di heyama komarê de bi destê dewletê pergala axatîyê mezin bûye û dewletê bi destê pergala axatîyê Kurd quncikandine. Hikumetên berê xwestine ku Kurd feqîr û neçar bimînin. Ji bo vê her dem hikumetê wê demê ji pergala axatîyê re piştgirî daye. Di dema komarê de jî reforma erdan nekirin, pergala ku ji berê de tê ya wek axatîyê parasti ne. Hikumetên wê çaxê, axa ji ber ku berjewendîyên xwe winda nekin, piştgirî da. Ji bo ku Kurd her dem bi derdê birçîbûna xwe bikevin û tu tiştî nexwazin. Dewletê li gor berjewendîya xwe pergala axatîyê parastiye û ev pergal berfireh kiriye. Her dem teşwiq jî daye.

Hikumetên berê li herêmê tu caran ramezenî nekirin. Serjimar her dem zêde bû û bi hezaran kes bê kar man. Ev mirovên bê kar encex di êrxatan de karîbûn kar bibînin. Va ye ji axa re fersend derketibû. Lê ji hêla din ve jî ev pergal li herêmê bûye kulek mezin, neçarîyê mirovên herêmê mîna kole bikar aniye. Pergala axatîyê êrxatê didan xebatên „xwêdana enîya wan“ neda û her tim keda wan mêt. Li hember axa kê karîbû mirovên feqîr û neçar biparasta? Wê kê heqê wan biparasta? Ew rewş jî li xweşîya dewletê diçû. Li ser ked û xwêdana mirovan bûye kedxwer. Nîvê mirovên li herêmê wek êrxatî dixebite. Lewra gelê vê derê aborîya wan gelek qels e. Li herêmê êdî pergala êrxatîyê ava bûye. Lewra mirov nikare karekî bê êrxatê bibîne. Pergala êrxatî, axatîyê dijîne û koletîyê xulametîyê berfireh dike. Bi hezaran kes bersiva keda xwe nabîne, sibê heta evarê di nav erdê axayan de wek kole dixebite ji bo çend qurûşan. Lê ev qurûş encax zikê wan têr dike an jî nake.Ji bo vê malbat çend qurûşan qezenç bikin bi hûr û girên xwe ve li ser erdê axan, di çadiran de jîyana xwe didomînin. Ji bo vê tekoşînê gelek malbatên Kurdan her demsal li bajarekî û li derek din in. Jîyana wan li ser axa pêmbû, boçika qazma di destê wan de ye û jîyan wisa derbas dibe.

Ez bala we bikşînim ser mijarek din. Xortê Kurdan êdî bi êrxatê naxapin. Yên ku fêm dikin asî dibin. Ewna li hemberî  vê pergala axatîyê bêdeng neman. Ya serê xwe rakirin çûn bajarê mezin , derketin xeribîya bê dawî, dayîk û bavên xwe terk kirin. Ji bo nebin ferdê êrxatan, ji bo ku nebin xulamê axayan.

Axayê herêmê evqas li ser va erdên herêmê  dewlemend bûn, bûne lord, dewlemendîyên wî erdî bi tenê ji bo nefsa xwe, ji bo kêf û coşa xwe xerc dikin. Bi vê qezencê yan pê zêr kirin û di bin balgîyên xwe de veşartin, an jî pê xanî kirîn. Lê li hember herêmê tu perpirsîyarî hestîyar nebûn. Lê tu ramezenî li welatê xwe nekirin. Qezenca ku li vir bi dest xwe xistin, birin li welatê biyanî ramezenî kirin. Xêra wan li herêmê nebû. Lewra dewlendîyên vê herêmê, qezenca vê derê di destê çend axayan de ye. Ewna nahêlin ku tu kes li vê derê parayekî bixwin. Dewlemendîyên vê axê di destê axayan debû. Zarokên di hembêzên dayîkan de an li Rizeyê,Yozgatê, li Trakyê an jî li bajarên din ji bo çend quruşan di bin konan de mezin dibin. Nikarin li welatê xwe, li bajarê xwe tu karî bikin. Mirovên vê herêmê ji ber neçarîyê, bêkarîyê, welatê xwe terk kirin, bûn koçber, bûn penaber. Lê xwedîyên erdên vê herêmê, dewlemendê van bajaran fabrîqa venekirin, ramezenî nekirin, xwedî li herêmê derneketin. Agirê ku  vê derê  dişewite gihîşt erd û asîmana, lê negihîşt axayên ku li herêmê ne. Ewna wek her demê dîsa jî bûyerên ku li vir diqewimin temaşe dikin. Her dem ewna him kor bûn him jî kerr bûn.
Ya  rastî ev e ku  di pirsgirêka Kurd de firehîyên qadê gelek zêde ne. Ya rast ev e ku pirsgirêka Kurd çend lingê xwe yên cuda hene. Ev pirs tu kes nikare bibêje bi tenê ji pirsgirêkê tê. Cûrehîyên vê pirsgirêkê hene. Ez karim sebebê wiha bi kurtasî rêz bikim: Aborî, sîyasî, civakî, erdnîgarî, dîrokî û pêwendîyên dewletên din. Evana tesîrê li ser mijara Kurd dikin. Lê li nav wan  yên heri bi bandor jî di pirsgirêka Kurd de pergala axatîyê ye û ev pergal berfireh  cîh digre. Yên ku li ser vê mijara Kurdan dixebitin dibe bi teqez li ser mijara  pergala axatîyê jî bi baldarî bisekinin. Erd û milkê vê herêmê li ser çend axayan hatiye tapokirin. Lê gel xwedî tu tiştekî nîne. Ev pergal, mirohîya xwe winda kirîye. Di şiîrê Necip Fazıl Kisa Kürek de gotinek xweş hebû.

Bir kişiye on kuruş
On kişiye bir kuruş

Ev e pirsgirêka herêmê. Divê em ji bîr nekin heta ku aborîya gelê herêmê çareser nebe, pirsgirêka Kurd çareser nabe. Lewra rêça vê pirsgirêkê li ser aborîya gel e. Aborîya gelê herêmê di her heyamê de hatiye îhmalkirin. Ya ku ez zanim Kurd sêwîyên ummeta Muhammed in. Tu kes heta niha  li sêwîyên ummetê xwedî derneket.

Bedîuzaman Seîdê Nursî jî di gotinek xwe de li ser sê dijminên Kurdan sekiniye û wiha ewna rêz kiriye: Sê dujminên me hene, me xerab dikin.

Yek feqîrtîye: Çil hezar hemmalê Stenbolê delîla wê ye.
A  dudiyan: Cehalet û bêxwendinî ku ji hezarî yek di nav me de „rojnameyan“ nikanin bixwînin delîla wê ye
A sisiyan: Dijminî û ixtîlaf e ku ev edawet quweta me winda dike, me jî misteheqî terbîyê dike û hikumetê jî ji bêînsafîya xwe zulm li me dikir.

Bimînin di xêr û xweşîyê de

 

Nûçevan

About The Author