KUK çî yên xwelîliser tenê man

Wek hûn zanin,  PKK tir ji hemû rêxistin û partîyan berda. Wek rêxistin û partî tenê PKK û PSK li ser lingan man. Çima? Ji ber xwedî îstîkrar, prensîp û helwest bûn. Baş yan xirab, alîkarî û piştgirî ji kê stendibin tiştekî din, lê dev ji xebata xwe bernedan û dan dû bîr û bawerîya xwe.

ddkd Kopie

Îro rêxistinên ku parçe û tarûmar bûbûn, dîsa xwe didin ser hev û dixwazin li keda xwe xwedî derkevin, rêxistin û partîyên xwe ji nû ve ava bikin. Yek ji wan lotikvanan jî DDKD ye.

dibêjin komek DDKDî li hev civiyane û biryar dane ku partîyek nû damezrînin. Wey li ser xêrê be rebbî, pîroz û bimbarek be.

Man kî?

Man KUK çî!?

Lê bawer nakim tu xêrek ji KUK çî yên me derkeve. Dernakeve ji ber ketine xewa temara mirinê, cilika bêdengî û xemsarîyê kişandine serê xwe û xwe di bin wê cilikê de veşartine. Ne li keda xwe û derbasbûna xwe xwedî derdikevin û ne jî li xwîna şehîdên xwe. Êdî bûne wek wan tifingên zingargirtî, fîşek jî bi wan nayên teqandin. Karin rêxistin û platformên berdîberdayî ava bikin, lê nikarin bên cem hev û xwe bidin ser hev. Karin di nav rêxistin û partîyên din de cîh bigrin, lê nikarin bêm cem hev û armancekê bidin ber xwe. Tu ji kêre bêjî wê bêjin raste, divê em bêm ba hev, lê dîsa jî wek wan tirsonekên ziravqetandî nayên cem hev, bi xwe jî û bi hev jî ne bawerin. Êdî reha mêranîyê bi wan re nemaye.

Axir, va lotikvanên DDKD li hev kom dibin, baş xirab dixwazin dest bi avêtina lotikên berê bikin. Aqûbet li serê KUK çî yan be rebbî!

Heke pozê KUK çî yên me bişewite, heke birastî jî dilşewatên doza Kurd û Kurdistanê ne, ewê ji DDKD yê şerm û fedî bikin û gopalê xwe li erdê xin, bêjin ya allah û ya xwedê û xwe li hev kom bikin, pirsgirêkên şexsî deynin kêlekekê, derbasbûn û paşeroja xwe binirxînin, rexne li xwe bigrin û wek mêran rabin ser xwe. Na heke pozê wan neşewite, ji xwe emê fatîhayek qerase li ser can û cesedê wan bixwînin, bêjin „El fatîhaaaaaaaaa“ û hûn sax…

 

About The Author

7 thoughts on “KUK çî yên xwelîliser tenê man

  1. Got kerê mirî jî tira dike. Xwestin û di’ayên te gelek baş in. Lê bi navê Xwida gelek zore jî. Ji ber ku wek te gotî kuk çî yên me ketina nav tevgera rexnegeriyê ma ji xwe tu dibê jî saziyek e serekeye li vê mijarê de. Hew digehin rexna li pkk ê û wan partiyên din bikin. Gelo birayên ‚ezîz (kuk çî no) li ser ket û xwihdana wan şehîdên pîroz yên kuk ê we çikir. Hima hûn roniştine û kef û leftê dikin. Ji bo xwidê de hûn jî rabin rojekê ji rojan ji bo vî gelî cihê quna xwe nexweş bikin. Dema axaftin meht û zirtan serê me ji were lê belê dema kirin û derketina qadan em we li bin heft tebekên erdê jî nabînin. Her mirov bi kiryarên xwe heye. Êdî ne dema pesindanê ye we tiştek kir ,kir we ne kir jî hûnê li bin wê toza dîrokê de bi fetisin. Min jî ya li dilê xwe de got ger dilê hin camêran bi van gotina bi êşe ji niha bila qusara min efu bikin. Dema baş ji bo herkesê.

  2. Merheba gelo pirsyar bê ‚êbin ne we. We çima şîrova min pêşiyê weşant û niha jî ji rupelê rakir?

  3. Ev mesele pır zehmet e. Carki pırsa heli gıran ew KUK çiyen ku ketın du duvıka
    û lıstıkên Naci Kutlay û çun nav TKP we rewşa wan çewabe

  4. Dema cu venagera birako!
    Ew demek bu cu u derbas bu.Suna em pasde vegerin,cima em ber bi pêsde nacin?
    Siyaset bi xeyal u dilxwestinê nabe.Suna heryek disa li kozika xwe vegere
    Gelo ne bastire ku hemu bihevre,li ser programekê li hev bikin u bi hevre xebatê bikin?
    Li gora dîtinamin ev gengesî bê fê dene

  5. em nifse iro ji serê kukê ê apociya ne hayadarin pir.Navên hev dikirin zopelan u heci sexan u qirdikirin hev.kuk u apociyan.kurdê wêr bêhis bê aqilben wek ajalan

Schreibe einen Kommentar

Deine E-Mail-Adresse wird nicht veröffentlicht. Erforderliche Felder sind mit * markiert

Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.