Perde rabû, kilîlîlîlîlîlîlî!

Li bajarê Sêwreg a Ruhayê panelek bi navê „Rizgarîya Demokratîk û Jiyana Azad“ hat lidarxistin. Di panelê de 3 hezar kes beşdar bûn û dê weledê xwe avêt.

ocalan kemalo Kopie

Li ser dîwarê salonê wêneyê „Atavirqo“, ala Tirko, ala PKK û wêneyê başqanê Kurdên sererd û binerd sayin başqan „Ocalan“ hatin daliqandin. Êêêêêêêê, ma li hember vê lotika pîroz kes kare li çepikan nexe? Na. Wekîlên BDP Gulten Kişanak, Sirri sureyya Onder û Îbrahîm Bîlîcî kirin „şeq şeq“ û bi çepikan destên xwe soro moro kirin.

Gotinek heye dibêjin „Heçê zane zane, heçê nizane mesela baqê nîska ye“. Îcar ev jî mesela me û hinek Kurdên çeqilmast e.

Başqanê me berê jî digot „Ben Mustafa Kemalî ornek aliyorum – Ez Mustafa Kemal ji xwe re wek mînak digrim“ û dabû ser rêya Kemalê Selanîkî. Lê wê demê kesî fêhm nedikir bê ka mesele çiye, ji ber di navbera dîwarê başqanê me û Kemalo de perdeyek reş hebû. Lê şikir ji xwedê re, şikir ji bereketa Herranê û ji bajarê pêxember û îsotçîyan Ruhayê re, şikir! Îro ew perda reş rabûye û êdî Kurdên me ne veşartî lê rasterast Kemalo û Kemalîzmê diparêzin. Ma ka ji vê xweştir babam? Ma tiştên alenî, tiştên eşkereke ne xweş in? Ma illeh her tişt di bin perdeyên reş de bimînin? Na.

Axir, îcar hinek malperên me yan jî Kurdên me ecêbmayî dimînin û dibêjin „Waweylê, waweylê waweylê, berî mirinekê me ev ecêb jî dî“ filan û fîstan.

Halla hallaaaaa û ya siphan allah!

Kuro oxlim, çima hûn ji rastîyê hez nakin? Yan rastî tehl e?

Ma bela PKK û başqanê me heta bi mirinê xwe di bin perdeyên reş de veşêrin? Hûn vê dixwazin?

Naaaa, aha ev nabe ha!

Êdî em di qirnê 21-22 an de dijîn qardaşim, êdî perde û merde bi kêrî me nayên, emê perdeyên xwe rakin û rastîya xwe eşkere bikin. Emê wêneyê serokê xwe Kemalê Selanîkî daliqînin, êdî bes e! Êdî emê dev ji „Îlkel Kemalîzmê“ berdin û „Pêvajoya Kemalîzma Modern“ bidin destpêkirin. Ma wê Kurd heta bi mirinê „Îlkel Kemalîst“ bimînin yaho, wî!

Ez serê we neêşînim, ji îro û pêde dem dema „Kemalîzma Modern“ e. Kemalîzma germik û nermik.

Ê de naxwe bijî Kemalîzm!

Wey ez tê de bimîzim!

About The Author