Piştî tir tê de nema dapîra wî hat bîra wî

Erê lo, wek wan qehpikên Tirk li hinek Kurdên me hatiye. Qehpikên Tirk jî piştî ku têr nîhandinên xwe dikin, piştî ku têr kîr û gunikan dixwin, îcar serê xwe dipêçin û berê xwe didin „Umrê“, Mek û Medînê û tobe dikin. Piştî ku tir di wan de dibin fis îcar misilmantî,  axret, cennet û cehennem tê bîra wan. Îcar ev jî mesela me û hinek Kurda ye.

mehmd qa Kopie

Wek gellek kesên ji welatên Ereb, lîztikvanê Misirê yê navdar Mehmûd Qabîl jî „piştî emir derbas kir û tir tê de nema“  dibêje „Dapîra min (pîrika min) jî Kurd e“ û daye lotikan.

Hey te gûyê dapîra xwe xwaro, ma niha Kurdbûna dapîra te tê bîra te ewladim?

Qe nebe bela di xortanîya te de Kurdbûna dapîra te bihata bîra te ku xêr û qencîyek te bigîha Kurdan oxlim, ma piştî ku tir di qûna te de nemane Kurdbûn hatiye bîra te hi? Emê çi bikin ji keleşkofek kevnare û zingargirtî baba?

Ez serê we neêşînim gelî lotikvanan, her ku Kurd û Kurdistan dibin xwedîyê maf û destkeftîyên xwe, Kurdbûna gellek mirovan tê bîra wan û yan dapîrên wan, yan jî bapîrên wan Kurd derdikevin. Heke hat û rojekê Kurdistan serbixwe bû, bawer bikin li ser ruyê erdê kesên ku ne ji kîrê Kurdan bin namînin wesselam…

Misir

 

 

 

 

 

 

About The Author