Barzanî ya divêbûya kir, lê…..

fadel_ozcelikEm tunebûnê bi hevdu re parve dikin û „tunebûn“ dibe ya her çaran. „Bêrîka vala bêrîka herkesî ye“. Dema mijar dibe „hebûn“ ango „bêrîka tije“ gul dibe yek û Kurdên Rojava dibin „Penaber“. „Bêrîke tije bêrîka min e!“

Serok û Serokwezîrê me yê beşê nîvçe azad bi comerdiyeke mezin pera li Rojavayiyan belav dikin!

Do ez fikirim ku li ser pirsa, „Rojava, li Başûr xwedî mafekiye an na?“ nivîsarekê binivîsim.

Bi vê mijarê ve girêdayî îro di malperên kurd ên înternetê de du nûçe belav bûn.

Li gora malpera Rûdawê „Serokê Herêma Kurdistanê Barzanî ferman da hikûmetê da ku 20%ê bûdçeya sazî û dezgehên ji penaberên rojavayê Kurdistanê yên li başûrê Kurdistanê re terxan bike“.

Nûçeya din jî min di malpera Avestakurd de xwend, bi sernivîsa Nêçîrvan Barzanî 25 milyon dolar pêşkêşî Kurdên Rojava dike“.

Ji %20ê veqetandina bûdçeya mehekê tê çi wateyê, têra çi pêwistiyên Rojavayî dike, çiqasî bi kêrî wan tê ez nizanim.

Her weha 25 milyon dolarê Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî jî.

Berê ezê bala we bikşînim ser vê gotina „Penaber“! Di herdu daxuyaniyan de jî navê „Penaber“ li Kurdên Rojavayî yên li Başûr tê kirin.

Gelo bi rastî jî Rojavayî li Başûr penaber in?

Ji kengî ve koleyên beşekî welatekî derbasî beşê welatê xwe yê nîvçe azad dibe navê penaber lê dibe?

Almanya bi bîr bînin. Almanekî ji Rojhilat gava direviya Rojava navê penaber lê dibû û muameleyên penaberan pê dihat kirin an hemwelatiyekî?

Û Kore. Kesekî ji Bakur direve Başûr dibe penaber?

Ji kengî ve mirovek li welatê xwe dibe û bûye penaber? Ji xêndî Kurd û Kurdistanê!

Lê Serok Barzanî di her axaftineke xwe de diyar kiribû ku ew hatine welatê xwe. De êdî kîja ji wan rast e? Divê rêvebirî û hikûmeta Kurdistanê biryara xwe bide.

Ji bo em bibin alîkar, divê em dîsa bi bîr bînin ku gava Kurdên Başûrî reviyan Bakur, Rojava û Rojhilat gelê Kurd ên li wan beşan ew penaber qebûl nekirin, muameleyeke yek ji xwe ye bi wan re danîn.

Ên ew „Penaber“ bi nav kirin, dewletên dagirker Tirkiye, Sûriye û Iran bûn..

Nûçeye Avestakurd tew yekser sosreteke Kurdayetî û rojnamevanî ye, ji pîvan, moral û hesesiyeta Kurdayetî dûr e. Avestakurd bi çavê parsekan li Rojavayiyan dinêre û wek ku Barzanî tiştekî nebûyî û nabe kiriye û dibêje, „Nêçîrvan Barzanî 25 milyon dolar pêşkêşî Kurdên Rojava kir“!

Bi çavê rojnamevaniyê bê gotin ev herdu nûçe jî nûçe ne û divê ragihên rayagiştî. Lê şêwe û zimanê tê bikaranîn ji Kurdayetî û hesesiyeta mirovayî gelekî dûr e..

Li gora hiqûqa navxweyî ya Tirkiyê, Îranê, Iraqê û Sûriyê welatekî bi navê Kurdistan nîne. Li Îran û Iraqê Kurdistan beşeke ji van welatan. Hiqûqa navnetewî jî li gora hiqûqa navxweyî ya van dewletên dagirker qebûl dike, helwest digire û tevdigere.

Le hiqûqa Kurdan çi ye? Li gora Kurdan Kurdistan ji Bakur, Başûr, Rojava û Rojhilat pêk tê. „Gul yek e, ne çar; lê gul kirine çar par“ e.

Gava gul yek be û kiribin çar par, wateya wê ew e ku gul a her çar beşan e.
Em tunebûnê bi hevdu re parve dikin û „tunebûn“ dibe ya her çaran. „Bêrîka vala bêrîka herkesî ye“. Dema mijar dibe „hebûn“ ango „bêrîka tije“ gul dibe yek û Kurdên Rojava dibin „Penaber“. „Bêrîka tije bêrîka min e!“

Serok û Serokwezîrê me yê beşê nîvçe azad bi comerdiyeke mezin pera li Rojavayiyan belav dikin!

Û tu kes dengê xwe ji vê yekê dernaxin; rojname û rojnamevanên ku li gora pîvanên navnetewî yên rojnamevaniyê divê ku bibe neynika civakê, ji ber ku nanê xwe ji bêrîka desthilatdaran peyda dikin ziman û helwesta xwe jî weha eyar dikin. Kî mehaniya xwe ji kê peyda dike, xizmeta wî dike.

Eger hiqûqa dewletên dagirker ango Tirkiyê, Îranê, Iraqê û Sûriyê û her weha hiqûqa navnetewî ku ji ber berjewendiyên xwe ango „bêrîka“ xwe şaş be û hiqûqa Kurdan û Kurdistanê rast be..

Ne ji %20ê bûdçeya mehane, lê hema nêviyê temamiya bûdçeya Başûr divê ji bo Rojava bê veqetandin di van rojên dijwar de.

Ne weha be bila kes rexneyan li hiqûqa navxweyî û navnetewî neke û nebêje ku ev neheqî ye.

Hewldana têkbirina tevgera Kurd li Rojava û ji ortê ve perçekirin, ku ji bo negêhin hevdu, ne tenê xwestika îslamîstên terorîst û Tirkiyê, her weha ya rejîma Esade jî.

Hemû Kurd û bi taybetî jî rêvebiriya Kurdistana Başûr jî wek dagirkeran di vê mijarê de divê bi kêmasî qasî wan xwedî helwest û tevgerekê be û ev jî ne bi nûçeyên van herdu malperan be, berevajî divê li gel polîtîkayên netewî divê hikûmeta Kurdistanê nêvî heta pêwîst be hemû bûdçeya xwe têxe xizmeta ROJAVA.

Ger hebe û mabe Kurdayetî û Kurdistanî, hûnê hebûna xwe jî têxin xizmeta ROJAVA an na? Pirs e!

Kurdînfo

About The Author