Em jî dengê xwe didin lîsteya 110

Belê, başûrê Kurdistanê ket pêvajoya hilbijartinê û di 21 ê vê mehê de (Îlon) de hilbijartina parlamentoya herêma Kurdistanê ye. Di hilbijartinê de ji partîyên sofîk û mofîkan bigrin heta bi partîyên çep û mep, PDK, YNK û Goranekanim jî beşdar dibin. Wey li wî ye ku propaganda bike, gotin û motinên xweş bêje û ji xwe re di parlamentoyê de kursîyekî zeft bike û cîhê xwe germ û nerm bike.

mesud_barzani_serok Kopie

PDK û malbata Barzanî ji roja ewil de xizmetek mezin û berbiçav ji bo pêşdeçûna başûrê Kurdistanê kirine. Ev nayê înkarkirin û heçê înkar bike jî wê çavên wî/wê birijin. Çi di warê helwestên netewî de be, çi di warê paraztina brayetî û pêşketina demokrasîya navxweyî de be, PDK xizmetên mezin kiriye. Bi taybet Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî di vî warî de tiştê ji destê wan hatiye texsîr nekirine. Helbet ne tenê ev herdu serok, ekîba ku li pişt û derûdora wan e jî xizmetên mezin kirine, ew bi tenê nehiştine û piştgirîyek mezin dane wan.

PDK û malbata Barzanî yek ji stûna azadîya başûrê Kurdistanê ne. Ji dema Şêx Ehmed Barzanî û A.Selam Barzanî bigrin heta bi berxwedan û tekoşîna Serok Mistefa Barzanî, vê malbatê can û malê xwe ji bo azadîya Kurdistanê feda kiriye. Ji Idrîs Barzanî bigrin heta bi Mesûd Barzanî û Nêçîrvan Barzanî jîyana xwe bi pêşmergeyatî derbas kirine û di rojên xweş û nexweş de dev ji doza milletê Kurd bernedane. Piştî azadî û nîvdewletbûna başûrê Kurdistanê jî van herdu serokan xizmeta xwe berdewam kirine û heta bi îro hatine. Di pêşxistina aborî, dîplomasî û dewlemendbûna başûrê Kurdistanê de xwedîyê rolek mezin in. Di avakirina têkilîyên brayetî yên navbera kesayet, rêxistin û partîyên parçeyên din de xwedîyê rol û helwestek erênî ne. Heta ji wan hatiye rê ji derketina nakokî û şerê brakujî re girtine, di çareserkirina nakokî û pirsgirêkan de bûne alîkar. Di tunekirina çalakîyên terorîstî û alozkirina Kurdistanê de rolek sereke lîztine û dilîzin. Di aramî û asayîşa Kurdistanê de xwedîyê rolek mezin in. Meriv kare bi dehan nimûneyên din binivîse.

PDK îsal bi lîsteya xwe dikeve hilbijartinê. Lîsteya 110.

Ji ber welatparêzî, Kurdperwerî û xizmeta PDK û malbata Barzanî, em bang li hemû endam, alîgir, ajan, sîxur û pêşmergeyên Partî Demokratî Lotikxane yên li başûrê Kurdistanê û seranserê Iraqê dikin ku deng û raya xwe bidin lîsteya Kurdistanî, ango lîsteya 110 û vê tirrê ji xêrnexwazên Kurdistanê re nehêlin û hûn sax…..

Başçawîşê Lotikxanê

About The Author

3 thoughts on “Em jî dengê xwe didin lîsteya 110

  1. hhhh wey te ne got fittt denge me denge mam celal giyane kake tu ci dibeji tu ji ber xewa diaxvi ,wexte ynk sher dikir u kurdistan 1991 azad buy pdk hemi li irane bun 1970 rekeftna cezair heta 1991 pdk yek fishek nehavetiye tu here diroka ynk bixine u pashi hedi hedi were beje lotikvana denge xo bidin kijan partiya kurdi dile te ne minit bash cawis le ev lotik nahe imzakirin

  2. Tu dengê xwe didî kîjan partîyê tu azadî brayê Hirço, em ne li dijî YNK yan Mamo ne qurban. Lê welle û bille navê cenabê te pir xoş e. Ez dibêjim emê dengê xwe bidin Hirçên Kurdistanê te go çi? Bijî Hirç û Hirçoyên Kurdistanê!

Schreibe einen Kommentar

Deine E-Mail-Adresse wird nicht veröffentlicht. Erforderliche Felder sind mit * markiert

Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.