KÊ EV KIRIN BELA SERÊ ME ?

Bobelat ne yek e ne dudu ne, em pêsîra xwe çawa ji destê van xilas bikin gelo? Kê ev herdu sakol kirin bela serê Kurdan nizanim. Mirov nizane çi bêj e, çi nebêje ew jî gelek zore bavo. Mirov tiştek dibêje hinek wek qantiran didin zîtirkan û meriv didin ber pehînan.

tugluk

Em werin ser mesela  Aysel’a çîp qirşik û Sebaheta brî qalind. Tu dibê qey herdu berdevkê dewleta virqo ne. Carê carek li ser navê gelê Kurd tiştên wilo dibêjin, mirov lê ye kirasê xwe bidirîne. Ma bi we maye hûn carê carek dibêjin “ Kurd dewletbûnê naxwazin û Kurd ne neteweperwer in keçko?” Kê ev raye daye we ku hûn bi navê geldiaxivin ? Hûn kî ne ? Hûn ji ku hatin û bûn nûnerê Kurdan? Kî we wisa bêperwa dide axavtin nizanim!

Ez berjêr dipîvim nabe berjor dipîvim dîsa nabe, we bi tu awayî nikarim Kurd bihesibînim. Şika min ew e, ku bi saloxgerîya dewleta virqo hûn bi destûra zilamê giravê bûn bela serê me. Ez ji we re tiştek nabêjim lê ew Kurdên li pey qûna we kaş û berkaş dibin gelek gotinan heq dikin ! Çawa bikim jêr rîh e, jor simbêl e! Nikarim ji wan re jî tiştekî bêjim weselam…

 

About The Author