Bela lîberalîzm be û ne tiştekî din be

Li ser bextê fitne û fesadên nava DDKD be, dibêjin piştî civîn û komcivînên qerase û lotik û motikên halla halla, girgirek û simbêlboqên me yên DDKD ji xwe re rêyek germik û nermik dîtine û dixwazin  „Partîyek Lîberal“ damezrînin filan û fîstan.

ddkd KopieWey lotika we û lîberalîzma we li ser xêrê be yaboooo û xwedê rêya şaş pêş we neke!

Lîberalîzm!?

Yanî çeqilmastîzm!

Ne sosyalîzm û ne jî faşîzm!

Di orte û navê de herim û bêm û têra xwe bilîzim!

Dîsa li ser bextê cilêtçî, esrarkêş û lehmecûnfiroşên bajarê Amedê be, dibêjin kesên mîna kekê me Îmam Taşçier, Halîm Îpek û Abdûlhay Okûmûş dest bi lotikên amadekarîya damezrandina partîyê kirine û ji bo wê jî wê di 19 ê vê mehê de ji bo nexşerêya xwe diyar bikin (hema nebe wek nexşerêya Ocalan û Erdogan) wê li hev bicivin.

Dibêjin xwedêgiravî wê partî bi helwesta xwe „sosyalîst û çep“ be û wê partî bixwaze hemi hêzên civakê wek kesên lîberal, demokrat, karsaz û karkiran hembêz bike.

Balkêş e, kesek behsa cilêtçî, esrarkêş, esrarfiroş, lehmecûncî, donercî, germik û nermikên Amedê nake.

Çima qardaşim?

Ma ew ne beşerên xwedê ne, ma mafê wan tune di nav refê lîberalan de bidin lotika? Ma ew ji Eyşika Ereb in babam?

Axir û werhasilî kelam…

Ez gellek kevnesosyalîstên Kurd nas dikim. Piştî ku ketine heps û zîndanan û derketine derve, bûne dîndar, yan bûne Fethûllahcî û yan jî Hizbûllahcî. Hêvîya wan şikestiye û xwe avêtine tor û bextê ol û dîn. Li vê dinyayê tiştek bi ser nexistin, îcar qaşo dixwazin li axretê dest bi şoreşê bikin (tabî ku axretê jî neherimînin?.

Lê şikir ji xwedê re!

Şikir ji yezdanê pak re!

DDKD cî yên me ne bûn Fethûllahcî û ne jî Hizbûllahcî. Bela Lîberalîzm be û ne tiştekî din be.

Lê balkêş e, ev 30-35 sal in destbirakên me sosyalîst in, sosyalîzmê malik li wan xira kir, ew ji hev tar û mar kirin, sosyalîzm li pataxê ket û top avêt, lê cîgerlerim hîna jî dev ji sosyalîzmê bernedane, bernadin û wê Lîberal partîya xwe jî dîsa bi ava sosyalîzmê bişon.

Yanî çi?

Yanî heman taaaassssssss û heman himam!

 Xançepek

About The Author