Kurdistana Rojava. Nav, bajarok û dîrok

ehmedmustefaKurd yek ji gelên herî kevnare yên Mezopotamya ne. Bi kêmayî ji Împaratoriya Medya û vir ve gelê Kurd, cihekî girîng di dîroka şaristaniyê de girtiye. Şaristaniya ku li ser riyên bazirganiyê yên girîng hatiye
avakirin, bi êrîşên Helen, Romî, Bîzansî, Ereb, Fars û paşiyê jî Osmanî
re rû bi rû maye. Kurdan li hemberî van êrîşan bêwestan ji bo paraztina
serxwebûn û azadiyê li ber xwe dane; tevî hemû ferman û komkujiyên rojava
xwîndar jî, kevneşopiya berxwedanê, mîna yek ji nirxên herî girîng yê
çand û toreya xwe dîtine û bi berhemên xwe yên gelî re ew dane jiyandin.

 

Efrîn

 

Efrîn yan Afrîn bajarek li Başûrê Rojavaya Kurdistanê (Sûriye) ye.

Efrîn, hin caran li ba Kurdên Urfa Arfîn yan Erfîn; bi Erabî عفرين,
مدينة عفرين ، مركز منطقة عفرين û bi zimanên Europayî Afrin, navê
deverekê ye li Çiyayên Kurd yan çiyayên Kurmênc e جبل الاكراد , îro bi
wîlayeta Helebê ve li Sûriyê girêdaye. Afrîn navê bajarê navendîya eynî
deverê ye jî. Ferehiya devera Afrînê bi tev 366 gundên
xwe ve digihê 2.033 km çarkoşe. Di bajarê Afrînê de nêzîkî 80.000
niştîvan dijîn. Li devera Afrînê bi giştî nêzîkî 490.000 kes dijîn. Biefrin
navenda Afrînê ya fermî ve 6 deverok yan nahiyên din girêdayî ne:
Jindêrês, Şaran, Mobetan (Mahbata/Mahbatlî), Rajo (Raco/Reco), Bilbul
(Bilbil) û Şiyê. Wateya peyva Afrînê (afirandin, afirîn) cihê çêbûna
pîrozî ye.

 

Kobanî
Di riya azadiyê de gelek zarokên xwe yên qehreman qurban kirin, wek
Şîlan Baqî, Dîcle, Akîf, Halim, Sebrî, Perwîn û bi dehan ji şehîdên
qehreman.

Kobanî yan jî Kobanê (ar: كوباني,
عين العرب) bajarekî Kurdan e, li Başûrê Rojavayê Kurdistanê, ew li ser
sînorê di navbera Sûriye û Tirkiyê de ye. Li hemberî bajarê Sirûcê yê
li aliyê Tirkîyê ye. Kobanî nêzîkî 160 km li bakurî rojhelatê Helebê ye, Kobanî li rojhelatî Firat e, 30 km di navbera wê û Firat de heye, piraniya xelkê li ser çandiniyê dijîn.

Daniştvanên Kobaniyê û gundên wê bi tevahî Kurd in, ji bilî malbatên
polîs û mamûrên dewletê yên ji deverên din hatine. Ta salên heftêyan jî
malên Ermeniyan lê hebûn lê yek bi yek bar kirin Helebê yan welatên din, Ermenistan jî di nav de. Êlên Kobanê yên mezin eşîrên Berazan û kobani
Kêtikan in. Serdarên navdar yên Berazan Bozan Beg û Hirço Beg bûn. Ji
aliyê Kêtikan yê herî navdar Besrawî Axa bû. Bozan Beg di dema xwe de
di meclisa millî ya mezin de li Enqerê nûnerekî (mebûsekî) Rihayê bû.
Kurê brayê wî Hirço, Şahîn Şahîn, di salên 50yan de li Şamê nûnerê
parlemana Sûriyê bû û Hirço yek ji sazdarên Komeleya Xoybûn bû. Şêx
Salih, ku ji Amûdê hatibû û rêberiya terîqeta neqşebendî dikir, yek ji
navdarên bajêr bû, wekî Mele Mislim, Miftiyê Kobaniyê, Meçhan Axa ji
Kaniya Ereban, dengbêj Mişoyê Bekebûrê, Baqî Xido,hunermend Reşîd Sofî, Miço Kendeş ( Miço Kendes) û herweha birêz Polat Can û Jan Dost,
çendekin ji nivîskar û rewşenbîrên Kobanî yên navdar in. Piraniya xelkê
gundên bi Kobanê ve girêdayî xwe bi çandiniyê ve mijûl dikin. Di van
salên dawîn de li Kobanê pîşesazî jî berfireh bû.
Navê Kobanî ji aliyê dewleta Ereb ya şoven ve hatiye guheztin û bûye
“Eyn El-Ereb” (yanî kaniya Ereban an jî çavê Ereban). Lê li gorî gelek
kesan navê “Kobanî” ji gotina Îngilîzî (Company) ango kempanî tê. Di
salên 1910-1920-an de Kampaniya Elmanî ya ku rêya hesin ya Trêna di
navbera Berlîn û Bexdadê de li vê heremê bi cî bûye. Ji çiyayê
Miştenûrê (gundê Helincê) kevirên reş ji bo rê derdixistin û dibirin.
Piştre jî, navê Kompanî dibe Kobanî û heta niha jî wisa tê gotin.

Ji roja ku rojevayê Kurdistanê ji bakur hate qutkirin û heta roja me ya
îro, gelê rojavayê Kurdistanê her tim himbêza xwe ji hemû şoreş û
şoreşvanên beşên din û bi taybetî jî yên Bakurê Kurdistanê re vekiriye.
Me li jor behs kiribû ku şervanên Kurd ên Berazî li gel Osman Sebrî li
hember Tirkan çalakî pêk anîn û hewl dan xwe bigihînin şoreşa Agirî. Herwiha jî serok eşîrê Beraziyan Şahîn Begê Mîran di avakirina komela
Xoybûn de rolek sereke leystiye. Her wiha birayê wî Bozan Beg ji
aliyê desthilatê ve hatiye binçav kirin. Di heman dem de, gelê Kobanî wek
hemû Kurdên Rojavayê Kurdistanê piştgiriya şoreşa Başûr jî kirine. Di
havîna sala 1979-an de serokê PKK Ocalan ji bakur derbasî rojavayê Kurdistanê bajarê Kobanî bû û piştre jî Kobanî bû dergehê herî girîng ê derbasbûna partîzan û şervanên PKK. Wisa jî Kobanî bû yekem qada ku himbêza xwe ji şoreşa PKK re vekir. Bi hezaran ciwan û keç beşdarî şoreşê bûn û li sere çiyayên Kurdistanê li hemberî neyarên gelê Kurd şer kirin, bi sedan ji wan xwîna xwe ya pak di riya azadiyê de rijandin û bi hezaran jî hîn li sere çiyayên Kurdistanê şer dikin. Kobanî di riya azadiyê de gelek zarokên xwe yên qehreman qurban kirin, wek Şîlan Baqî, Dîcle, Akîf, Halim, Sebrî, Perwîn û bi dehan ji şehîdên qehreman.

 

Hesîçe

Hesîçe an Hesêçe (bi Erebî, al-Hasakah), parêzgeh û bajarekî Başûrê Rojavaya Kurdistanê ye.

Bajarê Hesîçê ne ji zûde hatiye avakirin, tu dikarî bibêjî ji sed salî
û vir de ye, bajarê kar û xebatê ye. Çandinî bi hemû cûreyên xwe lê
dibe. Genim, ceh, nok, garis, nîsk, kuncî û pembû ji aliyê dar û fêkiyan
de jî gelek darên fêkî lê çêdibin wek tirî, hinar, sêv, hejîr, xox, tû û
hirmê, lê tu guhdan li vî bajarî nebûye tev ku makdera petrola Sûrî ye û ya genim, ceh û pembû ye.

hesice

Hejmara Kurdan li hundirê bajêr 60% e, li derveyî bajêr ji aliyê bakur
de rêya Amûdê bi tevayî Kurd in, rêya Qamişlo ya bakur ew jî wisan,
lê rêya Hesîçê Qamişlo ya jêrîn hejmareke mezin li başûrê rê gundên
Ereban hene.
Di serhildana 12 Adara sala 2004an de Kurdên bajêr
ew jî mîna birayên xwe yên başûrê rojavayê Kurdistanê serî hildan, di
encam de du şehîd û bi dehan birîndar ketin. Mixabin Ereban bi alîkariya
hêzên ewlekariyê ziyaneke zor gihandin miletê Kurd, mal û milkên Kurdan talan kirin. Mîna zemanê bav û kalên xwe dest dirêjî dikanên Kurdan kirin, bi milyonan perê Sûrî li Kurdên sivîl xisar bû.

 

Qamişlo

 

Qamişlo bajarekî Başûrê Rojavaya Kurdistanê ye.

Bajarê Qamişlo bajarekî nû ye,  li ser zemînek dîrokî ye ku berî
sînordanîna navbera Sûrî û Tirkiyê ya bajarê Nisêbînê bû. Li gorî
Samiyê Mela Ehmed Namî, li ser zimanê bavê xwe, dibêje ku: „Frensî di 20ê Tebaxa sala 1926an de bajarê Qamişlo bi endazyariyek pir rast û dirûst û bi destê endazyarekî Frensî hat danîn û avakirin“. Zemîna ku Qamişlo li ser hatiye avakirin pan û fireh e.

qamislo

Niha nêzîkî 500.000 mirov tê de hene. %70 ji wan kurd in. Qamişlo
qezaya li parêzgeha (muhafaza) Hesîçayê ye. Qamişlokê balafirgeh heye, 6km dûrî bajêr e.
Qamişlo dikeve navbera bajarê Serê Kaniyê (120 km
li rojava), bajarê Dêrikê (100 km li rojhilatê) û Hesîçê (85 km li
başûrê rojava). 30 km dûrî Amûdê ye, ji Dirbêsiyê jî 60 km (li rojava),
ji Tirbespî 30 km û Rimêlan 60 km (li rojhilatê) dûr e.
Qamişlo bi nav û dengê xwe Qamişloka Evînê ye.

 

Dêrik

 

Dêrik navçeyek Hesîçêyê ye û dikeve 90 km rojhilatî Qamişloyê. Li
devera bakur rojhelatê Sûriyê li navbera Çiyayê Cûdî û Qereçûx Nêzîk Ava Mezin (Dîcle) li deşta Hesna tê binav kirin.

Bi navê Dêrika Hemko ji kevn de li serdema Fransa wek qeza hat binav kirin bi navê Qeza Dicle û ji Hingî ve her mezintir dibe û berfireh dibe. Xelkê wê nêzîk 20 hezar kesin. Navê wê ji navê dêrek filehan hatîye ku wî serdemî ber Dêrek tenê têde bû, hemu petrola Sûriyê her ji vî bajarî tê û
genim û pambû jî.

derik

About The Author