Serxwebûne rojava

ehmedmustefaRojava ax rojava, qurbana axa te bim axa rojava
Bo te dil dinale hêsir ji çav dibarin
Bo te can dihele, dişewitim derman nîne
Kilama li ser te dixwînim, çavên reş ez kil didim

Rojava ax rojava, qurbana axa te bim axa rojava

Vaye dema te hat serxwebûn nêzîk bûye
Bilbilên dilşad va li rê ne, bo me dîlan û govende
Em xwedîyê axa te ne, şerwan û rêber jî ji me ne
Efrîn û Qamişlo û Kobanîyê, Kurmanc Mîtan û Horî ne

rojevaRojava ax rojava, qurbana axa te bim axa rojava

Em ola Manî yê kevnar in, Kurmanc û Soran û Lor in
Mebesta me azadî ye, ji bo me hema rojek xweş û şadî ye
Bindestî ne tu rûmet e, bo me rojek reş bê qîmet e
Bes e ev zilm û zordarî, perîşan û koçbarî
Mebesta me azadî ye, ji bo me hema rojek xweş û şadî ye

Rojava ax rojava, qurbana axa te bim axa rojava

About The Author