MA HATINA KAK MESÛD BI WE MAYE ?

Xelkê gundên Dîvrîga Sêwasê bi zora çoyan berhev kirin, birin di rêya trênê de dane xebatê. Yek li ser wan kiribûn çawîş ku kes xwe venedize. Bi varyoz û tevir zinar bi wan didane şikandin û rê vedikirin.

Gundî bi hênceta avdetsê carê carek ber bi newalê direvîn û westa xwe datanîn. Yek ji wan gundîyan wisa westîyabû, serê xwe danî ser kevir û di xew de çû.

barzan

Çawîşê bêbav hat bi ser de qêrîya û got “ Oxlimmm tu li vir çi dikî? Tu xwe vedidizî ne ? Ezê te ceza bikim elawekîl “

Gundî serê xwe bilind kir û got “ Na lo çi xwe vedizîn, ez hatim min rît. “

Çawîş got “ Bila ! Ka gûyê te madem ku te rîtîye ? “

Gundî li dev dora xwe mêze kir, sila rêxa çêlekekê dît û got “ Çawîş, ma qey ez derewa dikim, aha mêzeke va ye gûyê min e. “

Çawîş got “ Law qey tu çêlekî ev gûyê te be ? “

Gundî got “ Ma tu çawîşê gûyê minî, belkî ez wek çêleka dirîm oxlim.“

Ev jî wek meseleya BDP’yîyan û ya nûnerê dewşirme Nûrselî xanima Kemalîst e. Dibê Mesûd Barzanî çima niha tê Dîyarbekirê.

Hûn kî ne ? Bê destûra we nikare were? Hedê xwe bizanibin, kes xulamê bavê we nîne. Kengî bixwaze wê were ba gelê xwe û biçe, bi we maye çima tê, ji bo çi tê  û çawa tê. Ma hûn çawîşê kêfa me ne ?

Divê gelê me alaya Kurdistanê bide destê xwe û bi coşek mezin serok Barzanî pêşwazî bike ku çawîş û mirîd biteqin.

Tu bi xêr hatî serokê Kurdistanê !

About The Author