Îro li hev hatin, heta carek din xwedê mezine

Her du encumenên Kurd ên li rojavayê Kurdistanê (Encumena Niştimanîya Kurd li Sûrîyê – ENKS-  û Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê-MGRK) piştî lotik û zîtirkên dûr û dirêj protokolek di navbera xwe de îmze kirin û li ser çend xalan li hev kirin.

Wey li ser xêrê be rebbî!

Şabaş ji ENKS û MGRK re şabaş!

ensk

Yek ji xalên ku li ser prokola lihevkirinê hatiye îmzekirin, vekirina dergehê Sêmalka, berdana girtîyên siyasî û avakirina komîsyonekê li ser bûyerên Amûdê û Tilxezala ye.  Wê komîsyon ji 11 kesên qerase pêk bê. Her weha her du lotikvanan li hev kirin ku bi yek şandê beşdarî kongreya Cinêv 2 bibin û dest bi lotikan bikin.

Ê de ma xwedê û Şêx Evdilqadirê Geylanî!

Ya rebbî tu tifaqa ENKS û MGRK xirab nekî!

Ya rebbî tu wan li ber dilê hev bikî şîr û şekir!

Û heke dîsa wek berê li hev nekirin û dest bi zîtirkan kirin, ya rebbî tu topa qiyametê di nav doxîna wan de biteqînî!

Amîn!

Qamişlo

About The Author