KERAN DÎSA DEST BI ZÎTIRKAN KIR

Li bajarê Meraşê navçeya Elbîstanê Kurd û Tirk bi hevra dijîn. Gelek gund tevlihev in, nîvî Kurd nîvî Tirk in. Kurd û Tirk bi hev henekan dikin. Henekên wan carna li ser nasnamê bi mebesta nijadî  tê kirin.

Rojekê Tirkek ji Kurdekî re dibê “ Were bibe Tirk lo

esel

Kurd jî dibê “ Law tu were bibe Kurd, ez bi Kurdbûna  xwe ser bilind im. Ezê çima bibim Tirk oxlim ?

Tirk dibê “ Mêze ji kerê re gotine Kurd kerê deh roj alif nexwarîye, nexwe kerê  jî nexwestîye bibe Kurd

Kurd gotîye “ Ez di dê û jina te nim, oxlim tu zanî kerê çima deh roja  alif  nexwariye? Çimkî ker bi eslê  xwe Tirk bûye, ji ber wê wisa kiriye. “ Werhasil.

Van rojên dawî dîsa Kemalîstên Kurd  ji Kurdan re dibêjin “ Werin dev ji Kurd û Kurdistanê berdin û bibin Tirkiyayî “.

Ez jî dibêjim “ Keran dîsa dest bi zîtirkan kir. “ Werhasilî kelam…

About The Author