Pîrozbarîyek û rastîyek dîrokî

Sakir-Epozdemir-2Di navbera salên 1965-1971 ê da Zubeyir Axa (Yıldırım), Berpirsyarê Herêma Mêrdînê yê Partiya Demoqrata Kurdistana Tirkiya yê bu; ku ev rêxistin 11 yê Tirmeya 1965ê li bajarê Amedê ji terefê me 5 kesan va hatibû avakirin.

Mesûlê rêxistina vê herêmê hevalê me yê Damezranêr û Azayê Koma Navkom Emer Turhanê rehmetî bû. Emer, Mêrdîn, Nisêbîn û Kızıltepe (Kosor) li ser destê Zibeyîr Axa da tenzîmkirin. Hevalên wî yên di tenzîmê da ku bi me ra hatine girtin ji Nisêrbînê Şikrî Alpergin. Mela Mehmed Sıddık Gül û Zibeyir Yıldırım  û ji Kızıltepe Mela Nezir Aydın û Mela Eladdin Laçin  5 kes bûn.

Sala 1968ê di 19 yê Manga 1ê da (19.01.1968) Operasyonek ji terefê MİT ê va li dar ket. Di wê şevê da li Amed, Kızıltepe, Nisêrbîn, Farqîn, Tetwan û Batmanê da avêtine ser malên me. Ji Herêma Mêrdînê 4 kesan girtin,  Zubeyr Yıldırım xwe da alî, piştî çend rojan wî jî girtin anîne Girtîgeha Amedê ba me. Em 11 girtî 5 jî ji derva 16 kes hatine darizandin û hemuyan bi 3 sal sirgûn, 3 sal hepis ceza xwarin. Tenê cezayê Rehmetiyê Seid Elçi ji yê me zêdetir bû. Ji ber ku ew ji 49’yan bû. Girtina wî ya siyasî dûbare û cezayê kekê Seîd  girantir bi bû… Qanun û hiqûq û edaleta Tirkan waha ye. Navê vê jî Cihuriyeta Moderne.

Zubeyir Yıldırım gelek qedirşinas bû û ji heddê zêde nefisbiçûk bû. Di warê ziman, wêje, folklor û çanda gelêrî da xwe kifş dikira ku ji maleke ava û xanedan e.  Nedixwesta ku em jê ra bêjin ‘Axa’. Digota “- Ez ne Axa me. Ez neferim.” Digel vê jî Seid Elçî car caran jê ra digota ‘Axayê Çalê’. Ew her dikenîya. Zibeyr gava ku dikeniya; ne tenê ruyê wî, çavên wî dikenîyan, dilê wî dikenîya û bi wî exlaqê xwe yê xweş dilê hemû kesî dikirî ya.

merdin_yildirim

Wê demê di derheqê dîrok û sosyolojîya Kurdistanê da agayîyên me kêm bûn. Di gel ku partî di xeteke milli da dimeşîya, lê tesîra çepîtîyê me ji eşir û malbat û diroka Kurd dur xistibû. Wan hevalên Herêma Mêrdînê gelek ji Zibeyr hez dikiran û qedrê wî digirtan. Ewî jî ji hemû kesî hez dikir û di rihê xwe da merivperwer û gelek fedekar bû.

Niha heyfa min lê tê ka bo çî ew 8 mangên ku em bi hevra li Hepsa Antalya razan, rojek ji rojan Zubeyr Axa behsa Sadûn Axa yê  meşhurê bapêrê bab û kalên xwe  ango behsa şerê giranê ku sala 1819 yê bibû tirsa dilê artêşên Osmaniyan ya di binê fermandariya Ferik Reşad Paşayê zalim nekir, belkî ku ewî jî vana nizaniya.  Di wê operasyona ku Ferik Reşad Paşa  Serfermandarê tesfîyekirina Statuyên Kurdistanê  bû, ew şer bi taybet şerê ‘tedib û tenkila’ Eşireta Omeriyan Jî bû.

Zibeyr Axa ya nizaniya ango nedixwesta methê malbata xwe bik e. Em bibêjin haya me ji salên 1819 yan tinebû, gelo Ahmedê Silêman ne hêja bû ku me wî nas bikir a. Ev qehreman axayê Eşîra Omeryan bû. Ewî û giregirên eşîrê xwe di ber miletê xwe da feda kiribûn û bibûne dîrok. Lê dîrok ne xema Kurdan e. Em Kurd ji çîrokan bêhtir hez dikin, lewra xwînmêjên me her bi çîrokan me dixapîn in. Ew me dixapînin û em jî xwe dixapîn in.

Rehmetîyê Zibeyr bi tenê dixwesta ku rojek bibe Pêşmergeyê welat. Ew aşıqê Şerê Pêşmergan bû. Carek min jê ra got: “- Zibeyr Axa, di operasyonê da bo çî te xwe da alî, gelo raste ku dibêjin canên axaleran şîrîne, nazik e.” Keniya. Got: “- Min xwest ez herim bighêjime Şorişê, ji xeyrî şer, dijmin naçe der, lê wan bêbaban min girtin anîne hepsê. Hepis mektebe, tecrûbe ye, çewa hebî em hê gêncin, wê ew roj jî bên.”

MİTê gelek eşkence li Zibeyr kirin. Piştî ku aqilê wan ji Zibeyr nebirî, qerar dan ku bes lê biêşînin. Eşyayên wî tînin ku bidinê, polosek Not deftera wî qontrol dike ku Zibeyr Axa bi destê xwe “ Ser bide sir ne de.” Bi Kurdî nivisandî ye. Ew zalim gava vê qeydê dibînin careke din lê dizivirin heya ku ji destê wan tê işkenca xwe dûbare dikin. Careke din rehmetî işkence dikin. Lê rojek min nedît ku madê wî tirş bibî. Tim bi kêf bû, dixwenda, sohbet dikira û bi hevalan ra setrenc ango dama dileyista. Gava hevalek bi hîle jê bibira jî, dikenîya û digota: “- Hema bila te ji min biribî, ma tû ne hêjayî?”…

Piştî ku em hatine girtin û me dane Bajarê Antalya. Li vî welatê dûr û xerib da em 11 kes ketine nava 400 girtiyên edlî. Wan girtiyan qedrê me digirtan lê em li 3 Qawîşên wan belav bibûn. Zibeyr Axa di Oltan da ku em li hewşa hepsê li tenişta hev dimeşiyan çend caran ji min ra  got: “- Ez derkevim, ezê biçime Başûr bibime Pêşmerg e.” Ev yek weka ku jêra bibû hobi.

Celsa pêşîn ku piştî girtina me 8 heyv û 10 rojan li Mehkema Antalya Cezayê giran  da li dar ket, em 16 kes di vê duruşmeyê da hazir bûn. Ez di sıra 2 yê da bûm. Reîs ji min pirsî got: “Te cemiyetek avakirîye ku hemû sinif û tebeqeyan bixî binê hikmê sinifêk”.  Min jî got : ” – Ew dera hun jê ra dibêjin “Doğu ve Güneydoğu” ewder Kurdistan e. Li ser wê axê Kurd dijîn. Ev program ji bo mafên Kurdan hatîye çêkirin û ev partî ji ber vê yekê hatîye avakirin.” Yanê min xwest ku Serokê Mehkemeyê şiyar bikim, lewra dawa me ne ya sinif û tebeqan bû, dawa Kurd û Kurdistanê, dawa millî, dawa azadîyê bû. Piştî me qedera xwe bi destên xwe tayîn bikira, bila karker û rêncberên me jî doza xwe bimeşandan.

Ez dirêj nekim, piştî berevaniya 16 kesan qediya 6 hevalên  me serbest berdan, yek ji wan jî “Axayê Çalê” Zibeyr Axa bû. Ewên ku Tahliye kirin di pêşiya me da mehkemeyê terk kirin û dageriyane hepsê. Gava em piştî wan hatine Hepsê; Zibeyir Axa valêzê xwe hazir dikir a. Ewî valêzê xwe  hişt û bi ber min va hat min hembêzkir û got “- Gava te navê Kurdistanê anî ziman, hemû muyên bedena min rabûne piyan… Ez te pîroz dikim!…”

Ji ber ku Sekreterê me Seid Elçi xebata partiyê rawestandibû û bi Dr. Seid Kırmızıtoprak ra  ketibû têkilîyê û hesaba me ya rêxistinî nedikira, Zibeyr Axa û gelek endamên me di wan 3 salên dûr û dirêj da ji partiyê jî, Jİ me jî sar bibûn. Ne ew tenê, em jî sar bibûn.  Di hepsê da jî bi nîzîkayî dîtibûn ka em ne ewin ku vê daweyê bimeşînin û ji binê vî barê giran derkevin. Belkî hindek kes bêjin “ – Ma em çewan nikarin barê Kurdistanê hilgirin”. Bila ew camêr li şoperêça xwe ta 40 salan mêze bikin ka wî barî ji kîjan qonaxê anîne kîjan qonaxî.

Sala 1971ê Min bihîst ku  Zibeyr derbazî Başûr bu ye. Di wan deman da dibe ku gihabî mirazê xwe. Mimkine ku ciyê xwe di nava pêşmergeyên qehreman da girtib e. Ez ne xeletbim demek di Hepsa Musilê da ji terefê Basîyan va gelek işkence lê hate kirin. İşkence li Zibeyr Axa tesir nedikir a. Ewî mirina xwe xistibû serê xwe û kefenê xwe xistibû sitwê xwe. Cara paşî di işkenceyek da pehînek li ser dilê wî yê pak û paqij ket, polosek bi serê pozê potîna xwe refsek li ser dilê vî xweşmêrî xist, ew dilê ku aşiqê Kurd û kurdistanê bû rawestand.

Dewleta Tirk Zibeyr ji gihande ba karwanê şehîdan. Ebdilletifê birayê wî yê qehreman daxil di van 30 salên dawiyê da ji vê malbatê bi dehan şervanên azadiya Kurdistanê şehîd ketin e. Bi rastî ev malbat jî weka hemû malbatên şehîdan lêviya rêjên xweş û rizgariya kurdistanê ne.

Gava ku min Birhatinên Rehmetiyê Şerefeddin Elçi xwend ku Şerefeddin di dema qetilkirina Seid Elçi da dikevê rê ku bête Haciumranê, Zibeyr Axa digel pêşmergan li Zaxo rastî wî tê. Carek jî dîsa wî bi Mela Mihemedê Paloyî va li Çiyayê Cûdî dibîn ê. Hema ez dibêm ka piştî umida Zibeyr Axa ji me û xebata me qut bu ye,  ewî berê xwe daye Başûr. Çoye ba Serekhêzek, ba Fermandarek, xwestîye bikeve binê emrê şoriş ê.

Şerefeddin Elçi di pirtuka xwe ya bi navê “DOĞUNUN ELÇİSİN’DEN YÜCE DİVAN’A” di pera 145ê da  dibêjê “gava em weka lecneyek derbazî Zaxo bûn, xetereyek hebû ku mimkine hindek kes li pêşberên me derkevin, siyaneta me bişkênin. Mela Mihemedê Paloyî û çend pêşmergan nobetê li ber avayiya ku em lê dimaran girtin, ev pêşmerge hemû ji Kurdistana Tirkiyê bûn û Zubeyir Yıldırım’ê Nisêrbînî jî di nava wan Pêşmergan da bû.

Evê gotinê bala min kişand. Zibeyr bi rastî li Zaxo di nava pêşmergan da ye û ew şev buye parêzvanê Şerefeddinê rehmetî. Şerefeddin nizanê ku Zubeyr Axa Berpirsyarê Herêma Mêrdînê yê PDKT yê ye. Lewra Ew, piştî çu eskeriyê eleqeyê wî ji me qut bû.

Gava ez li vê malbata axalerên Omeriyan kur dibim, dibînim ku di tû wextî da Kurd mafê Sezar nadine Sezar. Ez baş dizanim ku gava di serê sedsala 19 yê da Osmaniyan keysa xwe li Kurdan anîn û xwestin hukumet û Statuyên Kurdistanê tesfiye bikin, berî her tiştî berê xwe dane Statuyên Babaniyan, Rojkiyan, Licê, Hezro, Farqîn û Eşira Omeriyen ku li doru berê Nisêrbînê bûn. Ev hereket di pêşiya Mîrên Soran, Botan, Hekkari û Mehmudiyan da dest pê kir. Lê berxwedana Omeriyan heya zemanê Bedirxan Beg domand û piştî ku Mir Bedirxan sirgun kirin, Sadun Axa, Axa yê Eşîra Omeriyan jî, bi hevalên wî va sirgûn kirin, pêşî şandine Stenbolê, paşî bi Xan Mehmudê Miksî va şandine Rusçik’a Bulgaristan  ê.

Ahmedê Silêman jî piştî Lozanê ku Kurdistan hate perçekirin bi malbatî binxet dibî, di efwa 1928ê da dadigerin têne gundên xwe û di sala 1942 yê da ji ber Herba Umumî  careke din İsmet Paşa dest datînê ser giregir û pêşkêşên Kurdan, ewên ku av bi wana germ dibî ji Kurdistanê dûr dikin.

Ahmed Axa sirgun dikin davêne Bajarê Denizli, di sala 1948 ê da izna sirgunan dertê ku bêne welatê xwe, Ehmedê Silêman di sala 1954ê da di işkenceyê da weka ku sala 1985ê Zubeyir Yıldırım di işkenceyê da hate şehitkirin ew jî di zemanê DP’ya Menderes da tête qetilkirin û şehitkirin. Tiştê ku ji vê yekê tê zanîn di vê pêvajoya 200 sale de ev eşir welatparêze û pêşkêşên vê eşîrê di tû wextî da xîreta milletê Kurd bernedan e.

Ev makale – ango ev beşa we xwend – çend rupel ji pirtûka ku min li ser navê “ Beşek ji Diroka PDKT” nivisandiye ye. Belê hê ew xebat nehatîye çapkirin . Bi minasebeta ku Parlemana me ya hêja, Gulser Yıldırıma keça Zubeyr Axayê hevalê min ji hepsê hate berdan min weke birhatinek bo xwendevanan teqdîm kir.

Ez bi vê minasebetê kêfxweşiya xwe ji ber berdana 5 endam parlemanên me ku belesebeb di hepsêda bûn diyar dikim û dibêjim bes bila dewleta tirk Kurdên siyasi di zindananda êsîr bigir ê. Gava meriv bêje ‘Aştî’  mana xwe ewe ku li ser wê daweyê kes nemîne di heps û zindanan da. Bê ku Kurd bibine dewlet, ne mimkine guneyê kedxwerên me bi me bê.

Ev dewleta ku ez dibêjim,  ya serbixwe, ya Federe ango ya hindika hindik divê otonom be. Şertê mezin û pêwîst ewe ku em kanun û makezagonên xwe bi îrada xwe, li gor urf û adet û toreya xwe, bi zimanê xwe û bi biryara parlementoya xwe çêkin. Wê gavê ne hewceye ku em bêjin: “-Emê bi zimanê xwe berevanî bikin”.

 

sakirepozdemir@gmail.com

 

About The Author