ÇARSED BIZIN

Pîyanis/Peyanis nehîyek Hekarîya ye. Pîyanisî bi henekên xwe yên nehs navdarin.

Çu kesên ku ne Pîyanisîbin nikarin tehemûlê henekên wan bikin. Xasma melle, çu melle ji ber henekên wan yên nehs nikarin sala xwe temam bikin.

Rojekê melleyek bi xwe bawer dibê: “Ezê biçim û li Pîyanis bibim melle û sala xwe jî biqedînim.”

Melle diçe Peyanis. Gundî li dorê dicivin, xêr hatinê didinê û jê re dibêjin: “Biner melle, em gelek tiranan/ henek/ laqirdîyan dikin, heta niha çu melleyan sala xwe li cem me ne qedandiye. Bila haya te ji te hebe.”

Melle: “Ez gelek tehemûlê henekan dikim , hema heta ji we bê henekan bikin û ez na xeyidim.”

Mezinê wan Silêmanê Têcir dibê: “Binere melle, em lêre/ li vir/vira 400 mal in. Heke tu salekê tehemûlê henekên me bikî û ji wir neçî, em soz didin serê malê emê bizinekê bidin te.”

Melle: “Ji bo 400 bizinan ez dikarim 10 salan jî tehemûl bikim û neçim.”

Gundî: “Ne- ne hema salek bes e.”

Gundî gelek henekên nehs li melle dikin. Lê melle ji ber 400 bizinan hinek henekan dadiqurtîne, ji hinekan re xwe dixeyidîne lê terka gund nake û bi vî rengî 6 mehan xwe radigire.

Gundî li hev dicivin û dibên: “Kuro ev melle xurt derket, terka gund nekir law! Em çi bikin ku melle ji gund here ?”

Dawîyê biryarê didin ku kes roja xudbê neçe mizgeftê.

Roja xudbê melle disekine- disekine kesek nayê nimêjê, mecbûr dimîne tena serê xwe nimêjê dike. Dema ew nimêjê dike mezinê wan Silêmanê Têcir bi cemeet tê mixgeftê.

Dema melle diçe sicdê û xwe diçemîne, Silêman kopalê xwe yê heyzeran di dora qûna wî de dibe-tîne û ji gundîyan re dibêje: “Binerin gundînoooo ! Ji vî tiştî re dibêjin nimêj, min jî di xortanîya xwe de çend caran kiribû” û kopal li qûna melle radike/dike qûna melle.

Melle diqehire, nimêjê betal dike û dibê: “Ku mezinê we waha bike, ne ku 400 lê hûn 4000 bizinan jî bidin min, ez seetekê li Pîyanis namînim.”

Û diçe bi wê çûnê.

Îcar henek li gellek Kurdên me nayê. Ne henek li wan tê û ne jî rexne. Tew ku meriv wan rexne dike, wek ku kopalê Silêmanê Têcir dikeve qûna wan, ewqas li zora wan tê…

About The Author