GELO DÎK KURD E ?

Li Elbîstanê ber derê qahwexanê rûniştî bûn, gundîyekî mirîşk di firot. Hat ba wan slav da û got “ Ji we re mirîşk ne hewceye ? Dîkên min hêja ne.

dik tobe Kopie

Gotin “ Na heyran hewceyîya me pê tune “ Zilam mirîşkên xwe hilanî û çû.

Yekî lasayîker ( miqelîd) nîjadperestê Tirk zivirî ser xalê Hiseyîn pirs kir.

Gelo dîk Kurd in yan Tirk in ?

Xalê Hiseyîn kenî û got “ Oxlim, ku tu rojê pênc carî li xwendina dîk binerî Kurd e, lê ku tu li ser sergo li gû tevdana wî binerî  dîk Tirk e

Ev jî wek mesela hinek Kurda ye.

Li Kurdistanê wek dîk dixwînin, lê li ba dewletên dagîrker gû tevdidin û “ xwelîserîya demokratik” bi serê xwe de dikin.

Bila, ka Kurdistan ? Ka azadî ? Ka rizgarî ?…

About The Author