Birîn

ehmedmustefaEy dîrok……….
Te mirin di çavên min de nivîsand
Hêstir û girî û ax û axîn qedera min e
Wek sîbera min li pişt min dimeşe
Ax dîrok…..
Xuyaye ez ê bibim mêvanê ax û qebrê
Nêzîk be an jî  dûr be
Ey mirin,  ey mirina reş..
Tu dizanî ev qedera min ya dawîyê ye
Ey mirin tu ne bi destî û ne jî bi ling î
Tu ne bi dilî û ne jî bê dil î
Tu ne bi ruhî û ne jî bê ruh î

qeder

Ey mirin, tu mîna  gurekî  har û devbixwîn î
Çavên te sor in, kenê te jî qet nîn e
Tu wek latekî mirî yî, bê deng î û bê serî yî
Tu mîna gulek bê bêhnî û bê gulî yî
Tu wek çîyayekî bê daristanî û komir rejî yî
Tu mîna darek bê pel î û bê çîçek î
Ey mirin, îro tu bû mêvanê min
Ji bo çi ez ê bijîm eger ev qedera min be
Ji bo çi ez dijîm eger ev rêya reş jîyana min be

About The Author