BEDEW NAZÊ

ehmedmustefaBedewê….

Gulên avdarê tu vedikî
Xunav li ser sîngên te dihele
Wî rûyê te yê nazik geş dike
Hestên min tu serxoş  dikî
Dilê xort û ciwanan şa dikî
Dîlanekê tu digerînî li ser vê xakê

Bedewê, bexçê gulan û evîndaran
Tu dilê birîndaran, derman û melhem dikî
Bedewê, şox û şengê,  nazika cîhanê
Binefşa erdê,  zirav û çelenga vê xakê

bedewBedewê, bihuşta dilê xort û eşiqan
Kezeba dilê vîn û evîndaran
Hêlîna  mêrxas û egîd û sîwaran

Bedewê,  ezê vexwim ji destên te ava heyatê
Ger qehwe be, ger şeraba hinarê be, ger jehra reş
Ne xem e ger kuştina min  bi destê te be
Ne xem e ger mirina min li ser sîng û bala te be
Ne xem e, nexem e,  lê bixwîne  nameya min eger ev dilê te be

About The Author