ZIMAN

*Ev nivîs bi zimanê Badikanî hatiye nivîsîn( eşîrek pir mezin a ku ziman û çandik wê ya serbixwe hey e)

Herê bavo herê. Win jî ravûne ji me ra behsa zimanê çêkiriyê ku em nikarin di  nav mal û merivê xu da xeberdin dikin. Bi serê beranê biquloç kim, gava em di şîn û şahiya da tên ba hev em têra dilê xu xeberdidin û dilê xu rihhet dikin. Lê win nizanin ku em Badikî gava li ba kesê din xeberdidin çi dijîn. Gava em biçûkvûn mala me li Farqîna rengîn vû. Înca herkes ji kurmanciya Farqîniya xeberdidê, Farqînî jî bi a me tinazê xu dikirin. Ji me ra digotin cêbaviko filan û bêvan. Yanê em di  nav ên din da ên din bûn.

Sal di ser sala ra derbasbûn o em hatin van rojê zimanê çêkirî û evdilecêv. Me dît ku zimanê me çiqa xweşik û rindik û dewlemend e. Erê fem dikim heyra hema herkes divêjê ti der ji derê din fem nakê lê welle û bîlle û tîlle ku em têr xeberdin û bixwînin emê ji her derê fem bikin.

Mesela di wextê berê da hinik merivê me çûne Honolulu’yê. Tewarê (hatta ya di Tirki da) navê gundê xu jî danîne Badikanê Honolulê. Înca wan çenda ez çûm ba wan ku ji xura bigerim. Ji boy Xwedê ew zimanê wanê Badikaniyê delal ketivû çi halî. Wellahîn û bîllahîn hema ez di nav xu da bideng dikeniyam. Ji boy ku dengê kennê min neçê kesî hema min devê xu girtî dihişt. Min dikira ber biavêta ku ez herim ji dêbavê xura bivêjim û em têr bi zimanê Badikanê Honolulê bikennin. Jixwe diya min  ê aniya min paçî bikira ji boy ku ewê jî bi xezuranê xu bikenniya. Zanim ewê bavê min bigota ti dîsa tinazê xu dikî û hinkî şorr dikî lê ewê têra dilê xu jî bikenniya. Emirkinna meriv ewqas jî zimanê xu degiş dikê heeew. Winê ana bivêjin ti peznê xu didî lê min ji wan fem dikir. Ku pir hêdî xeberdana min fem dikir ha.

Bi sed barê qur’anê em Kurd herin kuderê o çi jî bikin em bi zimanê xu xweşik in. Hema em ji hev fem nekin jî nekin. Qê çi divê, qê dinya bi serê me da tê xwarê? Em û Tirka ji hev fem dikin çi divê gelo? Vay em bindest in û hwd.

Ku heş û mêjiyê me zimankî ewqa zengîn û dewlemend hilgirê helbet ewê ji tevê herema jî fem bikê. Qê bayê sor li heşê me ket ku me berê ewqa xweş jihev fem dikir? Em tevizîn, gêj bûn, gêjik bûn, xêtik bûn, çibûn gelo?

Mesela Zazayê berê ji Kurmancî fem dikirin û di  nav hevda dîsa bi zazakî vazeno dikirin. Înca ana nûxuriyên nevxêr divên ‘ben Kürtçe bilmiyorkena’. Ê de ka ev heqa xwedê ye? Kuro lawo dêbavê te ê ku ti bi wan paxav nakî (naecibînî) ewqas bi kurmancî zanibûne qê ti ne ji wan î ku ti kurmancî nizanî xwedêhişto. Ooxx mala xwedê hezar cara avavê ku  min tevşoyê xu li serê Zazaya jî xist.

Bi sozê xwedê o bi serê giregirê Badika ewê rojkê bê, zarukê me van nivîsa bixwînin o bikennin. Lê ku em têr bixwînin xeberdin o hînî zarukê xu bikin. Roja we  bi xêr o Kurdiya we bi buhaya zîv û zêr vê. Bimînin di xweşî û geşiyê da.

Jinikok a Evdilayê ji mala Hesenê..

About The Author