Wey li ser xêrê be partî!

Belê, serok û rêvebirên Partîya Demokrat a Kurdistana Tirkîyê – PDK-T- berî 2 mehan  lotikek pîroz avêtibûn û bi fermî serî li wezareta navxweyî ya Tirkîyê dabûn.

Helbet herkes di wê meraqê de bû ka wê wezareta Tirkoleran çi bersivê bide, erê yan na. Lê bi gelemperî kesekî bawer nedikir ku wê dewleta virqo serlêdana PDK-T qebûl bike. Êêêêêêê, demokrasîya Kasimpaşalî Receb hatiye Tirkîyê babam, her tişt dibe ellahwekîl.

pdk-t

Axir, li gor daxuyanîya serok, rêvebir û lotikvanên PDK-T, dibêjin xwedêgiravî wezareta navxweyî ya Tirkîyê bersivek erênî daye rêvebirên partîyê û gotiye „Tamam babam, me serlêdana we qebûl kir, PDK-T li we û 101 bavê we pîroz û bimbarek be“ filan û fîstan.

Werhasilî kelam, piştî 2 meh û 20 rojan, wezareta navxweyî ya dewleta Tirko PDK-T bi fermî qebûl kiriye û lotikek avêtiye.

Ê de li ser xêrê be rebbî, çavê serok û rêvebirên PDK-T ruhnî be!

PDK-T bi fermî hat qebûlkirin.

Ma çi û ma kî?

Ma Partî Demokratî Lotikxane.

Bi xêr û selamet wê wezareta navxweyî PDL jî bi fermî qebûl bike.

Lê li gor saloxdanên sîxurên me yên di meclîsa Tirko de, dibêjin qebûlkirina PDL zehmet e. Zehmet e çunkî PDL lotik û zîtirkan davêje û ziyanê digihîne pêvajo û muzakereyên aştîyê.

De xwedê kerîm û rehîm e….

About The Author