Roja Zimanê Kurdî li kê pîroz be!

ikram oguzKurdên Bakur bi piranî mirovên sosret in. Mirov ne ji jîyana wan, ne ji sîyaseta wan, ne jî ji rabûn û rûnişkandina wan tiştekî fêm dike.

Ne jîyana wan jîyaneke bi Kurdî ye, ne jî zimanê wan…

Ji serî heta binî Tirk in.

Ji zimanê xwe yê zikmakî bêhayîdar û dûr in.

Di salê da tenê du caran zimanê xwe yê zikmakî bibîr tînin.

Ew jî yek roja zimanê zikmakî, ya din jî roja zimanê Kurdî ye.

Îro, roja 15ê Gulanê roja zimanê Kurdî ye.

Destpêka weşandina Hawarê ye.

Wek hemû rojên teybet, îro jî hemû Kurd vê rojê pîroz dikin.

Hinek Kurd bi hestên Kurdayetîyê û bi zimanê xwe pîroz dikin.

Hinek Kurd jî bi zimanê Tirkî û bi sloganên tûj û tund qala vê rojê dikin û li xwe û li kesên wek xwe pîroz dikin.

Ez bi xwe ji Kurdên ku di salê da tenê du rojan zimanê xwe bibîr tînin û bi zimanên neyarên xwe pîrozbahîyan dinivîsînin, ji wan ra dibêm Kurdên sosret…

Gelo ez neheqîyê li wan dikim…

Heger sosret nebin, ewê ne tenê di salê da du caran, ewê tim û tim zimanê xwe bibîr bînin û bi zimanê xwe bijîn.

Mirov li zimanê xwe xwedî derkeve û bikarbîne, bindestîya ziman diqede û pêşda diçe.

Kurd çi dikin?

Bi piranî salê du caran tînin bîra xwe û bi sloganan pîrozbahîya ziman dikin.

Wek hemû xalên jîyanê, di vî warî da jî xwe nawestînîn, du peyvên Tirkî li pêy hev rêz dikin û ji barê ser milên xwe difilitin.

Tu dema qala sosretîya wan bikî, wê gavê jî diqahirin û dibên; „bikaranîna ziman tenê ve Kurd rizgar nabin, em bi Tirkî biaxifin jî ji bo rizgarkirina gelê Kurd dixebitin, Kurdistanê ava dikin.“

Lê Kurdistaneke çawa û rizgarkirineke bi çi awayî, xêncî wan tu kes nizane.

Tu qala pirtûkek Kurdî bikî, dibên; „xwezila bi Tirkî bihata nivîsandinê û me jî bikaribûya bi xwenda.“

Tu qala fîlmek bi Kurdî bikî, dibên, „xwezila jêrenivîsa wê bi Tirkî ba, me jî jê fêm bikira…“

Tu qala televîzyonên bi zimanê Kurdî weşanên xwe dikin, dikî, dibên; „ew televîzyonên dewletêne û ew bi weşanên xwe me ji kurdayetîyê dûr dixînin.“

Tu qala sîyaseta wan a bi zimanê Tirkî bikî, dibên; „em çi bikin, gel me fêm nake, ji ber wê yekê em peyamên xwe ancax bi zimanê Tirkî dighîjînin wan.“

Tu qala çi bikî, ew di bin da namînin û ji bo her tiştekî ji xwe ra bahaneyên erzan dibînin û wek rûnê helandî derdikevin ser.

Tu gavek din bavêjî û qala hîmê Kurd û kurdayetîyê bikî, wê demê jî tu dibî nijadperest, ew jî dibin enternasyonalîst û sosyalîst.

Sedem vê yekê ez jî îro dibêm, bila roja cejna zimanê Kurdî pîroz be, lê ne li Kurdên Tirkîhez, li Kurdên ku li zimanê xwe xwedî derdikevin û pê diaxifin, dixwînin û dinivsînin …

15.05.2014

ikramoguz@navkurd.eu

navkurd

About The Author