Malbat ji aliyê MÎT’ê ve tên bikaranîn

Revandina zarokên Kurd îro di rojeva Kurd û Tirkan de ye. Tirk û malbatên zarokan dibêjin „PKK bi darê zorê ew revandine“ û PKK jî dibêje „Ez bi serê we kim derew e, ew bi qîm û riza xwe ketine nav refê şoreşê“ filan û fîstan.

Di vê derbarê de xalê we Cemîl Bayik lotikek avêt û mesele ruhnî û ronahî kir, kir wek tava heyvê.

Ê de bixwînin. Xêr û guneh di stuyê DÎHA de be…

———————–

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) – Hevserokê Desteya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik diyar kir ku ji bo tunekirina tevgera azadiyê ya kurd, MÎT hin malbatên ciwanên tevlî refên gerîla bûne wekî navgîneke şerê psîkolojîk bikar tîne û got, „Tevlibûna zêde ya ciwanan li nava refên gerîla delîla şênber a zêdebûna nerazîbûna civakê li hemberî polîtîkayên AKP’ê ye. Heta ku gelê kurd negihîje azadiya xwe jî dê tevlibûn dewam bikin.“

Hevserokê Desteya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik, di gotara xwe ya vê hefteyê ya li rojnameya Azadiya Welat de, rêbaza nû ya şerê psîkolojîk a dewleta Tirk ji bo tinekirina tevgera azadiyê ya Kurd bikar tîne nirxand.

680x365cc-hozat-bayikk2Bayik da xuyakirin ku bi destê MÎT’ê hikûmeta AKP ji bo nixumandina polîtîkayên xwe yên neşareseriyê, hin malbatên ciwanên tevli refên gerîla bûne weke navgîneke şerê psîkolojîk bikar tîne û destnîşan kir ku AKP bi vî rengî hewl dide xwe ji tengaviya tê de ye rizgar bike.

Bayik da zanîn ku ev rêbaza şerê psîkolojîk wê neçe serî û got, “ Tevlibûnê zêde ya ciwanan a nav refên gerîla jî destnîşan dike ku di nav civakê de nerazîbûna li hemberî hikûmeta AKP’ê jî zêde bûye.“

Bayik destnîşan kir ku Tevgera Azadiyê ya Kurd ji bo zarokên Kurd li welatekî azad û demokratîk bijîn têdikoşin û got, „Heta ku gelê Kurd negihêje azadiya xwe, dê tevlibûn dewam bikin.

Bayik ev nirxandin kir:

„AKP li Kurdistanê li pey lîstikeke nû ye. Hin malbatên ku keç û xortên wan tevli gerîla bûne ji aliyê MÎT’ê ve hatine rêxistinkirin û malbatan li dijî Tevgera Demokratîk a Kurdan derdixîne pêş. Vê hewldanan çend malbatan di televîzyon û rojnameyan de jî bi nepixandin tên dayîn û wekî ku bûyerekî pir mezin be dixin rojevê. Gelek aliyên afirandina rojeveke bi vî rengî hene.

Sedema yekemîn a afirandina rojevek wiha ya çêkirî poltîkaya AKP’ê ya neçareserkirina pirsgirêka kurd e. Hikûmeta AKP’ê tu bersiveke nedaye bêçalakîtiya ku Rêberê Gelê Kurd û Tevgera Azadiyê berî sal û nîvekê dan destpêkirin. Her wiha tu bersiveke nedaye helwesta serbestberdana leşkerên dîl û vekişîna gerîlayan a devreyî sînorên Tirkiriyeyê. Gelên Tikriyeyê û gelê kurd çareseriya pirsgirêka kurd dixwazin lê hikûmeta AKP’ê bi neavêtina tu gavan bendewariya gel a ji bo çareseriyê vala derdixe. Di vê rewşê de nerehetiya civaka Tirkiyeyê jî zêde dibe, gelê kurd jî çalakiyên demokratîk pêş dixe. Gerîla li hemberî çêkirina bendav, rê û qereqolan çalakiyan pêş dixe. Tevgera Azadiya Kurd balê dikişîne ser “eger hikûmeta AKP’ê helwesta xwe neguherîne, ew ê helwesta xwe biguherîne”; hikûmeta AKP’ê jî bi vî awayî hişyar dike.

AKP hewldide bu guhertina rojevê polîtîkayên xwe yên neçareseriyê veşêre

AKP ji ber ku dixwaze ser van polîtîkayên xwe yên neçareseriya pirsgirêka kurd binixumîne û xwe ji tengaviya ku ketiyê rizgar bike serî li guherandina rojeveke bi vî rengî xistiye. Hikûmeta AKP’ê tevgaviya xwe ya li hemberî civakê bi rojeveke bi vî rengî dixwaze derbas bike. Di demeke ku civak dibêje lazim e AKP gavan biavêje, AKP bi veguherandina rojevê hewl dide bala civakê bide ser HPG û Tevgera Azadiya Kurd. Bi vî awayî bi pêşxistina vê herekata psîkolojîk hewl dide pêşî li nerazîbûnên ji ber neçareseriyê ew ê li hemberî wê pêş bikevin jî bigire. Lewre bi bidawîbûna bêçalakîtiya heyî hewl dide ku xwe ji berpirsiyariya vê yekê rizgar bike. Sedema bingehîn a hin malbatên ku ji aliyê MÎT û saziyên dewletê ve tên rêxistin kirin û ji aliyê çapemeniya serdest ve tînin rojevê jî ji ber vê yekê ye. Encax rastî û heqîqet pir zelal û aşkera ye, AKP dê nikaribe ser polîtîkayên xwe yên neçareseriyê binixumîne. Tevgera Azadiya Kurd û gelê kurd dê li hemberî vê polîtîkaya AKP’ê ya ku li pey xapandin û mijulkirina civakê ye dê bersiva ku hewce ye jî bide.

Bi vî şerê psîkolojîk re tê xwestin pêşî li tevlîbûnan bigirin

Yek ji sedemên ku hikûmeta AKP’ê û MÎT vî şerê psîkolojîk bi rê ve dibin jî hewldana pêşî li tevlibûna gerîla were girtin e. Ciwanên kurd wekî nerazîbûneke li hemberî li polîtîkaya neçareseriyê ya hikûmeta AKP’ê bi awayekî zêde tevli gerîla dibin. Ji ber aşkera bûye ku AKP ji bo çareseriya pirsgirêka kurd gavan naavêje, ne xwedî zîhniyeteke ku pirsirêkê çareser bike ye tevlibûna gerîlayan jî zêde bûye. AKP dîtiye ku tevlibûna gerîla zêde bûye û ketiye nav lêgerîna pêşî li tevlibûnê bigire.

Tevlibûnên nav refên gerîla datîne holê ku li hemberî AKP’ê potansiyeleke xurt a têkoşînê heye. HPG bi tevlibûnên gerîlayan re xurtir bûye. Tevlibûnê zêde ya ciwanan a nav refên gerîla jî destnîşan dike ku di nav civakê de nerazîbûna li hemberî hikûmeta AKP’ê jî zêde bûye. Tevlibûna zêde ya ciwanên xort û keç delîla herî şênber a civak ji her rê û rêbaza têkoşînê re amade ye. AKP bi dîtina vê rastiyê re ketiye nav xof û tirseke mezin. AKP dibêne ku tengaviya siyasî ya ku li Tirkiyeyê dijî bi bilindbûna têkoşîna li Kurdistanê heke ku kûrtir bibe ew ê hikûmeta wê li holê nemîne. Ji ber vê sedemê ji bo ku pêşî li kurdan û Tevgera Azadiya Kurdan bigire bi rêbazên bi vî awayî şêrê psîkolojîk dimeşîne. Lewre yek ji sedemên herî girîng a ku AKP bi xistina nav tevgerê ya hin malbatan ve rojevê diguherîne jî hewldana pêşî li tevlibûnên gerîla were girtin e.

Ji bo tunekirina têkoşîna gerîla rêbazeke nû ya şer di dewrê de ye

Yek ji armancên vî şerê psîkolojîk jî ew e ku dixwaze têkoşîna gerîla tasfiye bike. Eger ku nikaribe tasfiye jî bike ewqasî ku ji Tirkiyeyê re nebe pirsgirêkeke cidî qels û lawaz bike. Ji ber vê sedemê bi xistina van tevgerê ya hin malbatan, têkoşîna gerîlayan a ku bi artêşa xwe, bi polîsên xwe, bi şerê xwe yê qirêj û taybet nikaribû tasfiye bike bi vê riyê tasfiye bike. Bi vê rê û rêbazê li hemberî gerîlayan şerekî psîkolojîk ê nû xistiye dewrê. Ev şerê psîkolojîk jî lazim e ku wekî parçeyeke harekata tasfiyeyê ya ku ew sih sal in li hemberî gerîla tê meşandin were dîtin. Kurt û kurmancî ji bo tasfiyekirina Tevgera Azadiyê rêbazeke bi vî rengî yê nû xistine dewrê.

Heta gelê kurd bigihije armanca xwe dê tevîbûna gerîla berdewam bike

Eger ku mirov bala xwe bidê her roj welatiyek ji rojavayê Kurdistanê tê qetilkriin, mîna yê li Okmeydaniyê ciwan tên qetilkirin. AKP bi rojeva çêkirî ser vê bûyerê digire û hewl dide ku ruyê xwe yê kujer veşêre.

Tevlibûna gerîlayan gelek zêde bûne. Dê hê zêdetir jî bibin. Ne wekî ku AKP dibêje kesên ku tevli gerîla dibin temenê wan biçûk e ne jî bi zorê tên tevlikirin. Ev ciwan ji bo ku li hemberî hikûmeta AKP’ê û hêzên mêtinger ên ku dixwazin kurdan di bin qirkirina çandî de tune bikin têbikoşin tevli gerîla dibin. Heta ku gelê kurd negihîje azadiya xwe jî dê tevlibûn dewam bikin. Ji ber ku ciwan rûmet û fedayiyên gelê kurd in.

Li aliyê din rewşa zarokên kurd ên di bin mêtingeriya qirkirina çandî de ne diyar e. Di bin qirkirina çandî de nasnameya zarokên kurd tê tunekirin, heta ji nasnameya xwe re tên biyanîkirin û wan dikin zemîna civakî ya tunekirina nasnameyên xwe. Gelekên wan hînî madeyên tiryak tên kirin, wan dahfî fihûşê dikin di temena zarokatiyê de wan dixin zindanan û li wan deran li ser wan zext, pêkutî û pêkanînên nedîtiyên zalimane tên kirin. Li Tirkiye û Kurdistanê di karên herî xirab de tên xebitandin. Ji îdiaya dewlet û hikûmeta ku li hemberî civaka kurd û zarokên wan zilma herî giran, heqaret û pêkutiyan pêş dixe a xweî li zarokên kurd derdikeve qijak j îpê dikenin.

Tevgera Azadiya Kurd ji bo ku zarokên kurd li welatekî azad û demokratîk bijîn têdikoşe. Armanca esasî ya ev çil sal in ku di şert û mercên herî giran de bi dayîna bedelên giran meşandina têkoşînê ji ber vê yekê ye.

Bi vê wesîleyê em bang li gelê kurd û hêzên demokasiyê dikin ku bila van lîstikan teşhîr bikin û vala derxin. Rojeva civakê û ya gelê me li dora bernameyeke demokrasiyê hatina gel hev, pê re bilindkirina têkoşînê û bi vê yekê jî avakirina jiyana azad û demokratîk a ku ji zarokan re pêşerojeke azad û demokratîk amadekirin e. Ji bo vê yekê jî lazim e ku li gerîlayên ev zêdetirî sih salan in bi dayîna bedelên mezin têkoşîna azadiyê dimeşînin lê xwedî were derketin û were bihêzkirin.“

DÎHA

About The Author