Ê de ma xwedê!

Belê, dolheram û çeqilmastên çeteyên DAÎŞ û ÎŞÎD ê bajarê Mûsilê dagîr kirin. Ne tenê li başûr, herweha ev dolheramên hov li rojavayê Kurdistanê jî bûne bela serê Kurdan. Lê tiştek pir eşkere û vekirî ye. Sermezinê Beşar Esed, pozmezinê Nûrî Malikî ( helbet sofîk û melayên Îranê li pişta wan e) û qamdirêjê Erdogan pişrgirîyek mezin didin van çeqel û keftaran. Yan na, DAÎŞ û ÎŞÎD nikarin bi serê xwe tirşika kelandî bixwin.

pkky Kopie

Axir, çeqel û keftarên DAÎŞ, ÎŞÎD û quzê kerê bajarê Mûsilê xistin bin destê xwe. Bi 5 hezar çeqel zora 60 hezar keftarên Nûrî Malikî birin û qûn li wan qetandin. Helbet ev lotik ji bo Kurdan lotikek xeter û xirab e. Ji niha û şûnde îcar wê ev bîjî berê xwe bidin Kurdistana azad jî. Wê serê Kurdekanên başûr pir bêşînin û cîh li wan teng bikin. Her çar dewletên dagîrker wê hefsarê DAÎŞ û ÎŞÎD ê berdin û wan wek gurên har bişînin ser Kurdistana azad.

Werhasil, di vê derbarê de PKK û YPG lotikek xweş avêtin û gotin: „Em amade ne li gel pêşmerge şerê wan dolheramên DAÎŞ û ÎŞÎD ê bikin. Em amade ne başûr ji zîtirkên wan keftaran biparêzin“ filan û fîstan.

Helbet gotina xweş xweş e. Heke ne ji dil û kezebê be jî, dîsa xweş e. Lê hêvîdarim ev lotika PKK û YPG ji dil û kezebê be.

Axir, em vê lotika PKK û PYD pîroz dikin û hêvîdarin wê di binê vê lotikê de zîtirk û dek û dolabên din tunebin.

Çi gotiye fîlozofê mezin Sofî Xelef?

Gotiye: „Stûn bingeha xênî ye, heke stûn ne saxlem be, wê xanî biherife û hilweşe“.

Îcar qurban, partîyên Kurd jî stûnên Kurdistanê ne. Heke ne bi tifaq bin, ne yekrêz û yekdest bin, hem ewê têk biçin û hem jî wê Kurdistan ji çeqel û keftaran re bimîne.

Ê naxwe bijî yekîtî û bimre brakujî û hew!

Hesekê

 

About The Author

One thought on “Ê de ma xwedê!

  1. Dema ku çeqel û keftarê DA’İŞ’e Rojava Kurdistan kirin cehennem. Eger, kak Berzanîyê me ji rojava ne gota „şoreşa çê, sermezinê Beşar Esad ji kurda re çih vekirîye“ şuna van gotinên jehr bi gotana pêşmerge ye me ji (bi virekî ji ba) ji îro pê de kêlaka YPG de ne wê çaxê yekîtî ye pik-bihata û yê koletî û birakujî ji bimra…

Schreibe einen Kommentar

Deine E-Mail-Adresse wird nicht veröffentlicht. Erforderliche Felder sind mit * markiert

Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.