Mêro ne parlamenterê Kurdistanê ye

Hinek mexlûqat di nav YNK de hene naûz û bîllah. Ne tên xwarin û ne tên vexwarin. Meriv nizane ne Kurd in, ne Ereb in, ne Faris in û ne jî mexlûqatên din in.

Dibêjin „meriv zinê dike lê bi dê û xuha xwe re nake“. Lê mixabin ji hinek Kurdan re ferq nake, zinê zinê ye, ha bi dê û xuha xwe re û ha bi kesek din re, ji wan re hêç e.

Birastî kesên mîna Adil Mûrad û Necmedîn Kerîm ziyanek mezin didin YNK. Bi gotin û daxuyanîyên xwe YNK li ber çavên me reş dikin û dilê meriv jê dixelînin.

necmedin kerim

Helbet gotinên me ne ji temamê YNK û dilxwazên YNK re ye, na. YNK jî partîyek me ye, kedek mezin daye û mîrata Mam Celal e. Lê hinek kesên ku di serokatîya YNK de cîh digrin (wek Adil Mûrad, Necmedîn Kerîm û çend libên din) bi lotik û zîtirkên xwe YNK diherimînin.

Axir, li ser bextê fitne û fesadên Parlamentoya Iraqê be, dibêjin di rûniştina Parlamentoya İraqê de Dr. Necmedîn Kerîm berevajîya parlamenterên Kurd tevgerîyaye û gotiye: ‘‘Rûniştinê tevlîhev nekin, ez ji rûniştinê bicîh nahêlim, ji ber ez parlamenterê Kerkûkê me û ne yê Kurdistanê me’‘ û piştgirî daye siyaseta Nûrî El Quzêkerê.

Belê, mêro parlamenterê Kerkûkê ye (belkî jî xwîna Tirkmenan di bedena wî de digere kî zane) û ne parlamenterê Kurdistanê ye.

Wek tê zanîn, Fraksîyonên Kurdistanî û fraksîyona Mutehîdûn ji rûniştina Parlamentoya İraqê derketin der û zîtirkên Nûrî El Quzêkerê şermezar kirin. Lê Necmedîn Kerîm efendî ku di serokatîya YKN de cîh digire û di heman demê de parêzgarê Kerkûkê ye jî, ji rûniştinê derneket û xwelîya Nûrî El Malikî li serê xwe kir.

Ez serê we û Necmedîn efendî neêşînim, hêvîdarim rojek ji rojan YNK ji van mexlûqatan safî, pak û rewan bibe û wan ji xwarina goştê elokan mehrûm bike.

Silêmanî

 

About The Author