Adil Mûrad rûyê xwe yê reş eşkere kir

Belê, me digot Adil Mûrad zilam û xulamê îranê ye, kesî bawer nedikir. Lê Adilê me êdî hew debar kir û rûyê xwe yê reş eşkere kir.

Serokê Encûmena Navendî ya Yekîtîya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Adil Mûrad  ji malpera Frans News a Îranê re axivî û çend zîtirk avêtin. Mûrad efendî got: ‘’Em dewletek Kurdî naxwazin ku li dijî Îran û welatên cîran tevbigere, em naxwazin ewlekarîya navçeyê têk bidin’‘ filan û kiras û xeftan.

adil-murad KopieDi derbarê maddeya 140 de jî Adil beg got: ‘’Kaka ciyan, herçiqas niha ew navçe ketine bin destê me jî, lê belê di warê siyasî de divê ji alîyê İraqê ve bê cîbicîh kirin daku rewatîyek siyasî werbigire“ filan û wekî din.

Ayetûllah Adil Mûrad dîsa got: ‘’Çênabe Kurd bawerîya xwe bi Tirkîye û Îsraîlê bînin, ji ber ew xiyanetê li Kurdan dikin wek çawa Şahê Îranê xiyanet kir“ û pê de çû.

Wey maşelle ji Ayetûllah Adil Mûrad re!

YNK dewletek Kurdî naxwaze.

Çima?

Çima ku li dijî Îran û Iraqê ye û ne bi qîm û riza sofîk û melayên îranê ye.

Maddeya 140 divê li gor destûrê bê bikaranîn.

Dîsa wey maşelle!

Ev çend salin Kurd li benda Malikî efendî ne ku destûrê bi kar bîne û maddeya 140 têxe jiyanê. Lê oxlim nake.

Û Tirkîye û Israîl xiyanetê li Kurdan dikin.

Wey ne maşelle ji Adil begre!

Ma sofîk û melayên Îranê îxanetê li Kurdan nakin kaka?

Ka sofîk û melayên te çi dane Kurdan Adil efendî?

Axir, Ayetûllah Adil Mûrad rûyê xwe yê reş eşkere kir. Êdî bela kes nebêje Adil Mûrad ne zilam û xulamokê Îranê ye kaka. Êdî qûna reş û spî derketiye holê û hûn sax…

Mahabad

About The Author