Li ser bextê fitne û fesadên Brezîlyayê be, dibêjin lotikvana germik û nermik, bedewa kinik û kurtik Şakîra, piştgirî daye serxwebûna Kurdistanê û lotikek pîroz avêtiye.
Di vê dema ku hinek Kurdên çeqilmast li dijî Kurdistanek serbixwe derdikevin, piştgirîya Şakîra xanim helbet cîhê şanazîyê ye.
Ê de rebbê alemê li bihuşta rengîn 75 nûrîyan bike qismetê wê rebbî!
Xwedê teala wê bê xiyar û tirozî nehêle rebbî!
Amîn!
More Stories
Xaltîka me Leyla jî got aştî
Ne dawet e, ne seyran e
Ew herin erş, wê dîsa bên ber terikê reş