Jul 26, 2014

    Me tiştek ji vê çîrokê fêm nekir

    • by Lotikxane
    • 5 Years ago
    • Kadîn
    • 505 Views
    • 1

    Belê, birastî meriv carna dibe wek wan mirîşkên gêj. Siyasetmedarên me lotikên ewqasî ecêb davêjin ku aqilê meriv disekine.

    Ê de binerin…

    Li bakur PKK li dijî „netew-dewlet„bûna Kurdan derdikeve, lê li alîyê din Selahattîn Demîrtaş ji netew-dewleta Tirko re dibe namzetê serokkomarîyê. Li rojava PYD li dijî „netew-dewletbûn“ a Kurdan derdikeve, lê li alîyê din yekparî û sînorê netew-dewleta Sûrîyê diparêze.

    Û Kurdekanên başûr?

    fuad mehsumKurdekanên başûr jî Kurd rakirin ser tapana û „serxwebûna Kurdistanê“ di guhê me de kirin guharek zêrîn.

    Lê li alîyê din çi dikin?

    Yekî Kurd (Dr. Fûad Mahsûm) dikin serokkomarê Iraqê.

    Yaw ev çi sosret û henekpêkirin e babam?

    Madem hûn doza serxwebûnê dikin û pêvajoya referandûma serxwebûnê didin destpêkirin, ev çi serokkomarî û quzê kerê ye?

    Li alîyekî doza serxwebûnê û cudabûnê bikin, û li alîyê din jî Iraqê xurt bikin û Kurdekî bikin serokkomar!?

    Ma ev ne henekpêkirin be naxwe çiye lo?

    Bihêlin bela Iraq û Erebên qûnreş bê serokkomar bimînin, bihêlin bela Iraq parça parçe bibe û Erebên qûnreş di dêya hev nin kaka, ma yekîtîya Iraqê bi serê we ketiye!

    Werhasilî kelam, Mam Celal belasebeb venegerîya Iraqê gelî xwendevanan.

    Ciwamêr bi lez û bez hat û Dr. Fûad Mahsûm kir serokkomarê Iraqê.

    Û ev çiye?

    Ew ev e ku Mamo berî mirinekê dîsa tilîyek avêt bin dûvê Kurdan û dilê sofîk û melayên Îranê xweş kir wesselam…

    Hewlêr

    • facebook
    • googleplus
    • twitter
    • linkedin
    • linkedin
    Previous «
    Next »

    1 Comment Already

    1. Herê welle ha ap ha mam ; herdû jî bûne pêlîstokên îran û şîîyan. Kurdên belengaz bîlheq xwe didin ber guleyan û ji bo kurdistanê şer dikin. Tişt pê nabe herdû jî xurifîne êdî, berî ku biçin em dê wan bikin manyaxê tilîyan. Bênamûsên bênamûs.

    Schreibe einen Kommentar

    Deine E-Mail-Adresse wird nicht veröffentlicht.

    Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.

    %d Bloggern gefällt das: