Nikarin bi kerê dibezin kurtên, bajoooonnnn!

Belê, Kurd ji xelkê re rovî, lê ji hevre şêr in. Ji xelkê re masî, lê ji xwe re kûsîgir in. Ji xelkê re hêkan, lê ji xwe re zelqan dikin. Ji dagîrkerên xwe re demokrasî û wekhevîyê dixwazin, lê tehamilî hevdu nakin, qûşê li hev diqetînin.

balic Kopie

Aha ji we re Osman Osman Balîç!

Û keça wî ya 3 salî Rewşen Balîç!

Kevnekadroyê PKK Osman Balîç (şoreş) û keça wî ya 3 salî Rewşen Balîç li bajarê Zaxo di mala xwe de ji alî du çekdarên bêbext ve hatin qetilkirin. Osman Balîç brayê Şahîn Balîç bû ku ew jî bi destê hevalên xwe yên PKK  ve hatibû şewitandin û kujtin.

Osman Balîç piştî ku ji PKK veteqiyabû, li ser PKK û siyaseta wê dinivîsand û ew rexne dikirin.

Axir, kî Kurdan bikuje xwedê mala wî bibe mîratê!

Kî ji hev hez neke û Kurdan bike dijminê Kurdan, xwedê mala wî bibe mîratê!

Kî zarokên 3 salî bikuje xwedê yeka wî neke dudo!

Zaxo

About The Author