Wê Kurd we bavêjin nav gemara dîrokê

Di nav me kurdan de gelek pend û gotinên pêşînan hene ku gelek caran rast derdikevin, jixwe ew gotin û serpêhatî jixweve nehatine gotin, wek nimûne: şêr sêre çi jine çi mêre, zor gêzeran radike, her dînsizek îmansizek jêre divê, çavên zerdoq di nav kayê de dîtine, yê zane, zane yê nizane baqê nîskan e.

BubFGWfCAAA9TUt

Di nivîsên intêrnêtê, yên îro de hatibû ku DAIŞ gelekî ji şervanên YPG ditirsin û bitaybetî yên jin. Li gor wan dêw û ejdehayan, eger yek ji wan bi destê gerîlayek jin bê kuştin ew naçe buhiştê û lotikên bê-îman li devê deryê dojehê li riya wî ne, îca xwedêgiravî ji ber wilo naxwazin bi jinan re bikevin şer, tê bêje eyn buhişt û horiyên wê çavlirê ne ku qûnreş û qûnrûtekî DAIŞ hat kuştin wê horî pêşwazîyê lê bikin û destê wî bigrin û bibin ba Mûhemedê wî! Mesele ne buhişt û ne horî ye, mesele tirse, tirs! Bê çilo tirsa DAIŞ û CAŞIKAN ketiye dilên tirsonekan wilo tirsa gerîlayên YPG jî ketiye dilên wan dêqahp û qûnekbavan.

Di van rojên dawî de ku DAIŞ êrîş birin Şingalê û gelek komkujî kirin, di fikra wan de ku wê ji bo wan biçe serî, nizanîbûn ku wê Gerîla û Pêşmerge kerên wan li korên wan biqelibînin û xiyaran di dê û xwehên wan xin heta ku diranên wan qîç bimînin û dawên wan li ser serên wan bigerînin û wan berdin deşta Iraq û Erebistana Siûdî, ew devera ku ev dîn û dêqahp jêhatine! Her dilopek xwîn ku ji kurdekî rijandine wê qelenê wê hezar DAIŞ be! her pêlavek êzîdîkî çiyayê Şingalê wê qelenê wê serên sedan kurên dêleguran be! ev nîna ye hîn tirnîna maye haaa! hûn di qulan jî kevin wê kurd we wek Sedamê we ji qulan jî bikşînin û we bavêjin nav gemara dîrokê!

 

Serê Çiyayê Şingalê

About The Author