Sep 7, 2014

    BELKÎ TU SERSERIKÎ BIKEVÎ TENÛRÊ REBÎÎ

    Pireka mela Feyzo li ber tenûrê nan dipeht, xwe kûz kir ku nanê tenûrê derxe; tewşa xwe winda kir û serserikî ket tenûra tije ar. Şewitî belengazê û çû ser dilovanîya xwe.

    Mela Feyzo extîyar bû, bê pîrek nedibû, jînebîyek ji xwe cîwantir anî. Birayê mela Feyzo ji bo ku bi ya kekê xwe, bike li jinikê şîret dikir. Jê re got: “ Mela gelek zaniste, bêrûmetîya wî nekî ha. Heke tu qedrê mela negrî wê niviştekê çêke tuyê jî wek pîreka wî ya ewil bikevî tenûrê ha !

    aysel-tuglukLi Kurdistanê ewqas melayên zanist hene, yekî ku ji vê Aysel Tuxluk a atavirqperest re niviştek tûj çêke tune gelo? Belkî ew jî serserikî bikeve tenûrê û em jê xilas bibin.

    Aysela çîp qirşik bi navê Kurdên Bakurî dibê: “Bila Tirk netirsin, emê di bin banekî de bijîn. Em dewletbûnê naxwazin, demokratik ulus çareserîya her tiştî ye “ filan û fistan.

    Aysela çîp qirşik gelo ew hevallerên bi çek piştgirî û piştevanên we nebûna, we karibû ewqas bêrûmet dijayetîya Kurd û Kurdistanê bikira ! We bi zor vê gavê herêm kirîye bin bandora xwe, despotîzma we gelê me diêşîne ! Lê baş bizanin ev heta hetayê naçe, roj bê hûnê hesabê vê neyartîyê bidin…

    We hiş û mejîyê gelek Kurdan tevlihev kir û ji xwe re kir mirîd, lê ev gel ne golikê bavê kesî ye. Miheqeq wê hesabê her tiştî bê pirsîn Aysel, de êdî di ku de zirave bila di wir de bişkê. Te fêm kir ?!

    • facebook
    • googleplus
    • twitter
    • linkedin
    • linkedin
    Previous «
    Next »

    4 Comments Already

    1. hahahahahahhahahahha wela xwes bu mele nivisti wela ki bine u ceke ewe raste raste here buhist. 40 hurli ji li bendê.

    2. weyla mın kire hespé lıciyan kuzzé te kıro quneka heram

    3. rubarute tistek tet nemaye heruwer tirki qurbana dersim be

    4. Bila hun bash bizanin, yên qeshmeriya xwe bi mirovên kurs yên hêja dikin. Rojek yê bê ku hun shermê bikin. Ji xwe we rumet û ihtram winda kiriye. Ayser hemi jiyana xwe Ji bo xebetek. Bi rumet terxan kirye û hun ji bi hemi bêvijdaniya xwe wê nabinin

    Schreibe einen Kommentar

    Deine E-Mail-Adresse wird nicht veröffentlicht.

    Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.

    %d Bloggern gefällt das: