Xaltîka me Tûglûk dest bi şerê keviran kir

Belê, dolheramên DAÎŞê êrîşî KObanî kir û malik li Kurdên herêmê viritand, ew koçber û perîşan kirin. Ji bo ku piştgirîyê bidin Kobanî jî, Kurdên bakur rabûn ser tapana û berê xwe dan sînoran.Wey li wî ye ku wêneyekî xwe li ser sînor bigire, bide Fisbook û çapemenîyê û xwe wek qehreman nîşan bide. Ji xwe qehremanî û reklama herî baş, di rojên wilo de tên kirin.

tugluk

Axir, yek ji wan kesên ku çûbû ser sînor û dolheramên DAÎŞê şermezar kiribû, xaltîka me Aysel Tûglûk bû. Wekîla HDP (Halklari Dewşîrme Partîsî) xaltîka me Aysel Tûglûk xanim efendîlerî raserî astengîyên eskerên Tirko hat û ew jî neçar ma ku rahije kevirekî û bavêje eskerên qûnbicilik. Bi vî awayî xaltîka me Tûglûk di çapemenîyê de bû qehreman, bû qehremana keviran.

Werhasilî kelam, em Kurdên bakur û bi taybet jî hevallerên me yên bakur, ji şerê feleşkofê daketin şerê zixur û keviran û îcar bi qewsikan êrîşî brayên xwe yên eskerên Tirko dikin. Ê helbet canim, ma di pêvajoya ku ev çend sal in hê dest pê nekiriye û tu berhemek wê jî nehatiye dîtin, keleşkof tên bi kar anîn? Na. Pêvajo û mizakere incex bi zixur û keviran bi ser keve û encamek baş bide.

Ez serê we neêşînim, xaltîka me Tûglûk vê carê jî bû qehreman û gerîllaya berîka Ruha û Herranê û payebilind bû. Ka îcar di hilbijartinên dema pêş de wê xaltîka me Tûglûk bi vê lotika xwe hilkişe kîjan meqamê partîyê xwedê zane…

Ê de li ser xêrê be rebbî!

Ruha

About The Author