Partîyek din li me zêde bû, kilîlîlîlîlîlîlî!

Belê, Kurdên bakur partî li ser partîyan ava dikin û didin lotikan. Tu dibê qey xela û birçîtîya partîyan rabûye, wey li wî ye ku li ser navê Kurdistanê partîyekê ava bike û hespê xwe bibezîne. Halbûkî heke hemû bên cem hev û di nav ref û rêza partîyekê de bibin yek û xebata xwe bikin, hem wê xurttir bibin, hem wê zêdetir bawerîyê bidin gelê Kurd û hem jî wê zêdetir ciddî û rasteqîn bên liberçavgirtin.

Axir, Partîya Azadîya Kurdistan (PAK) hat avakirin û qiyamet rabû.

Çima PAK û ne navekî din gelo?

PAK ji xwe hebû (PAK-Partîya Kurdistanî) ku Halîl Îmrahîm Baran û grûpek pê re li ser vî navî xebata xwe dimeşandin.

Însîyatîfa Azadî hebû (ku îhtîmalek mezin bû ew jî navê xwe bike PAK) û bibe partî).

Birastî çima PAK û ne navekî din, kesek nizane.

Ê ji xwe em Kurdên bakur her û her lingên hev dişemitînin û li ser keda hev rûdinên.

Ê de binerin….

Li bakurê Kurdistanê sala 1965an  TKDP (KDP-Bakur – rehmetî Saîd Elçî û hevalên xwe) hat avakirin.

Piştre rehmetî Saîd Kirmizitoprak (Dr. Şivan) rabû heman lotik avêt û TKDP (Turkiyede Kurdistan Demokrat Partisi) ava kir. Û ev DDKDlî yên me jî berdewama wê pêvajoyê ne. Yanî, PAK a ku niha hatiye avakirin, ji wê pêvajoyê tê.

Û niha?

Niha jî li bakurê Kurdistanê 2-3 KDP hene. TKDP, KDP-Platform, TDNK û wekî din. Xwedê zane wê hê çend KDP yên din bên avakirin. Herkes dixwaze nanê xwe pê bixwe û  li ser navê KDP xwe li ber dilê KDP başûr û Barzanîyan bike şîr û şekir. Hinek ji bo berjewendîyên şexsî, hinek ji bo berjewendîyên din filan û fîstan.

Û xuyaye mesela me û PAK ê jî heman lotik e.

Yaw birastî çima ewqas partî tên avakirin?

Yanî di warê bername û destûrê de çi ferq di navbera TKDP û Platforma Demokratên Kurd (PDK) de heye? Herdu jî xwedêgiravî li ser rêbaza Barzanî ne û federasyon yan jî serxwebûnê dixwazin.

Çi ferq di navbera PAK û HAK-PARê de heye?

Herdu jî federasyon û di encamê de serxwebûnê dixwazin.

Naxwe mesele û mijar çiye?

Herkes li ser rêya xwe ye û kes nabêje dewê min tirş e. Belasebeb negotine „gîha li ser koka xwe şîn tê“.

HAK-PAR a Kemal Bûrkay û PSK ye.

TKDP yan PDK a Saîl Elçî û Faîq Bûcaq e.

Û PAK jî a Dr.Şivan û DDKD ye.

Mesele hemi mesele û nakokîyên şexsî û kesayetî ne û herkes ji tirra xwe re dibêje „wê de here“.

Ê de bibin yek oxlim!

Bibin yek ku hûn karibin xurt bibin, hûn karibin bibin alternatîfek xurt û hespê xwe bibezînin.

Ma em bi siwarbûna kerek kulek û seqet karin bibin alternatîf û hêzek xurt babam!

Werhasilî kelam, em PAK ê pîroz dikin û ji lotikvanên wê re serketin û lotikên xurt dixwazin wesselam….

Lê ez tiştekî meraq dikim ji bo xwedê….

Piştî ku evan qeraseyên zilaman TKDP-KUK, DDKD, KIP û Pêşend, KAWA, Dengê Kawa, Rizgarî, Ala Rizgarî û rêxistinên xwe yên din ji hev tarûmar kirin û kevir li ser kevir nehiştin, piştî vê seetê wê çi biserxin gelo?

Yan ji bo ku xwe bigihînin ser sêhra berê, xwe bigihînin hêz û girseya berê, çend salên din ji wan re lazim in?

Madem nêta we û avakirina partîyên nû hebû, çima we di dema xwe de rêxistin û partîyên xwe ji hev tarûmar kir û hûn li qûnê rûniştin qardaşim!?

Hewlêr

 

 

 

 

About The Author