Ax lo mîro lo mîro lo lo mîro…..

Ev zêdeyî 10 salan e ku hinek hêz û dewlet dixwazin Kurdan ji hev parçe bikin. Bi taybet li ser Kurdên Êzdî û Zaza lîztikên gemar tên lîztin. Hinek hêz û dewletên ku yekîtîya Kurdan naxwazin û dixwazin nîfaqê têxin navbera wan, Kurdên Êzdî û Kurdên Zaza wek Kurd hesap nakin. Ev helwest bandorek mezin li Kurdên Êzdî û Kurdên Zaza jî dike. Hinek alîyên Êzdî û Zazayan xwe Kurd qebûl nakin û wek neteweyek cuda li xwe dinerin. Herweha çi hikmet be, siyasetmedar û çapemenîya PKK jî Kurdên Êzîdî wek „gelê Êzîdî“ û neteweyek cuda didin nîşandan û zirarek mezin didin milletê Kurd.

tehsin beg Kopie Mîrê Êzîdîyan Mîr Tehsîn Beg ne niha, lê di dema Saddam Hisên de jî Êzîdî wek Kurd qebûl nedikirin û li kêleka Saddam Hisên cîg digirt, digot „Em Ereb in„. Tehsîn Beg îro jî dîsa Kurdan ji hev parçe dike û Kurdên Êzdî wek Kurd qebûl nake. Halbûkî temamê Kurdan, dîroka Kurdan û dîroka dinyayê Êzîdîyan wek Kurdên resen û esîl qebûl dikin. Hem ew bi xwe Kurd in, hem zimanê wan Kurdî-Kurmancîya resen e û hem jî temamê adet, qewl û mîrateyên wan bi Kurdî ne.

Axir, Mîr Tehsîn Beg ji televizyona El Erebîye re axivî, lotikek paşûpê avêt, dilê xêrnexwazên milletê Kurd xweş kir û got:  „Êzîdî ne Kurd in“. Tam di vê dema ku terorîstên Ereb û DAÎŞê Kurdên Êzîdî qir dikin, jinên wan direvînin û serê wan jêdikin, gotina Mîr Tehsîn Beg xizmetek mezin ji neyarên milletê Kurd re dike. Tam di vê dema ku pêşmergeyên Kurd bi can û malê xwe li dijî DAÎŞ a bêbav şer dike û dixwaze tola Kurdên Êzîdî hilîne, gotinên Mîr Tehsîn Beg balkêş e û wek tirrên bergîlê qebhetek mezin e.

Her çiqas Mîr Tehsîn Beg û yên wek wî Kurdan ji hev parçe bikin û Êzîdîyan wek Kurd qebûl nekin jî, gellek ji Êzîdîyan xwe Kurd qebûl dikin û li dij dîtinên Mîrê xwe derdikevin. Wek mînak; Nûnera Êzîdîyan ya li  parlamentoya Iraqê Vîyan Dexîl, pêşmergeyê Barzanî Qasim Şeşo û bi sedan kesên mîna wan.

Nûnera Êzîdiyan li Parlemana Îraqê Viyan Dexîl, teqez kir ku Êzîdî Kurdên resen in û lotikek li mîrê xwe xist.

Dr. Viyan Dexîl, ji Malpera Xendan re ragihandiye û gotiye ku „Ez nikarim tu gotinekê li ser Mîr Tehsîn bikim, jiber ku ew mîrê Êzîdiyan e. Lê ez daxwaz ji xwîşk û birayên xwe dikim ku jiber van gotinan dilgiran nebin. Em wek Êzîdî Kurdên resen in û ziman û qewlên me yên ola Êzîdiyan bi Kurdî ye. Kurdan bi dehan qurbanî ji bo me dane û bi hezaran malbatên me hembêz kirine, gunehe ku îro em gotinan li ser Kurdbûna xwe bikin.“

Aha Êzîdîyên resen yên wek Vîyan Dexîl xanim in!

Divê mîrê me baş bizane ku ol cuda ye, qewmîyetî cuda ye. Divê bizane ku raste Êzîdî ji ola Ezdayî – Êzîdî ne, lê ji qewm û netewê Kurd in.

Heke piçek pozşewitandin bi mîrê me Tehsîn Beg re hebe, wê ji gotinên Vîyan Dexîl xanimê şerm û fedî bike, şaşik û egala Erebî deyne alîyekî û kûr kûr bifikire.

Na heke şerm û fedî neke, ji xwe bav û kalên Kurdên Êzîdî ji berê de gotine: „Çê kiro bi xwe kiro, xerab kiro bi xwe kiro“ wesselam…

Şengal

About The Author