Toqa naletê ketiye stuyê me, emê kengî jê xelas bin xwedê zane

Belê, em ji van dolheramên Tirkên dewşîrme xelas nebûn û çû. Kêfa me hat de me go „em ji Yalçil Kûçik û Dogû Perînçek xelas bûn“, lê kêfa me li me bû jehr û ziqûm. Îcar jî dolheramên mîna Ertûgrûl Kurkçu, S.S Onder, Figen Yalçindag û bi dehan dewşîrmeyên din bûn (kirin) taca serê me, bûn toqa naletê û ketin stuyê me Kurdên bakur.

Heke bê bîra we, hikûmeta Kurdistanê berî şerê kûçikbavên DAÎŞê, xendeq kolabûn û pê agahdar bûn ku wê çeteyên DAÎŞê dest bi êrîşan bikin. Bi kolana xendeqan dixwestin rê li ber êrîşên dijmin bigirin. Lê dewşîrmeyên me û hinek Kurdên xwelîser rabûn ser tapana û dest bi dijminatîya hikûmeta Kurdistanê, KDP û Barzanî kirin. Piştî êrîşên DAÎŞê jî temisîn, kerr û lal bûn û zimanê xwe daxurtandin û qûna reş û spî derket meydanê.

sirooAxir, piştî ku dolheramên DAÎŞê li başûrê Kurdistanê darbe li ser darbeyan, lotik li ser lotikan xwarin, segbavan îcar bi emir û daxwaza dewleta Tirko berê xwe dan Kobanê. Kobanê bajar û herêmek stratejîk e, bajarê Qamişlo û Efrînê digihîne hev û ji wê zêdetir jî pira navbera Kurdistanê û Derya Spî (Behra Spî) ye. Ji ber vê, dewleta Tirko berê DAÎŞê da Kobanê da ku rê ji Kurdistana mezin re venebe û Kurd xwe negihînin Derya Spî.

Piştî dek û dolab, plan û projeyên dewleta Tirko hat fêmkirin, KDP û Barzanî ketin dewrê û ji Amerîkayê xwestin ku Kobanî û YPG biparêzin û baregehên DAÎŞê bombebaran bikin. Amerîkayê yeka Barzanî nekir dudu û dest bi bombebarandina qûnekên DAÎŞê kir. Bi vê bombebarandinê DAÎŞê darbeyên mezin xwarin û bêhna YPG hinekî hat ber wan. Ew jî ne bes bû, Barzanî çek û cebilxane dan YPG. Hem bi rêya derîyê Til Koçer û hem jî bi rêya asîmanî, bi balafirên Amerîkî çek û cebilxane ji YPG re avêtin. Ew jî ne bes bû, hikûmeta Kurdistanê li ser daxwaza Barzanî xwest û dixwaze di ser Tirkîyê re pêşmergeyan bişîne Kobanî ji bo alîkarî û piştgirîya YPG û brayên xwe bikin. Lê çi hîkmet be şandina çek, cebilxane û pêşmergeyan li zora qûna hinek alîyan çû. Bi taybet dewşîrme û qaşo sosyalîstên Tirk û Kurd pê pir aciz bûn. Û di serî de jî dewşîrmeyên di nava HDP de aciz bûn. Ji wan dewşîrmeyan yek jê jî S. S. Onder û xanim Fîgen Ustundag in. S.S.Onder Turkmen e, Figen xanim jî Tirk e. Belkî jî eslê wê Kurd be jî, lê mejî û ruhê wê bûye Tirk. Yanî çeqilmast e.

Axir, di derbarê şandina pêşmerge de S. S. Onderê Turkmen (serok û berdevkê Kurdên xwelîser) çi bêje başe?

Onder efendî ji kanalek televizyonê re gotiye: „Bi şandina pêşmerge Barzanî dixwaze eyba xwe ya xendeqan veşêre, bincil bike“ filan û fîstan û quzê kerê.

Û Fîgen Ustundag xanimlerî jî gotiye: „Berxwedana Kobanê û berxwedana Gazîyê (ew meşa ku ji bo jêkirina çend daran dest pê bûbû) wek hev e“ filan û fîstan û dîsa quzê kerê.

Hûn dibînin ne?

Hûn dibînin bê dewşîrme û dolheramên ku me kirine serok û rêberên xwe, çi dikin û çawa dijminatîya Kurdan dikin. Hem jî li ser navê me, li ser pişta me û li ser xwîn û keda me.

Naxwe „Barzanî ji bo ku eyba xwe ya xendeqan veşêre“ pêşmerge dişîne Kobanê ha?

Naxwe „şerê Kobanê û lotika Gazî ya Stenbolê wek hev in“ ha?

Wey tifûûûûûûûûûûûû li we û mikûsê we be!

Wey tifûûûûûûû li wan Kurdên xwelîser be ku hûn kirine serokên xwe!

Enqere

About The Author