Xalê me Sabrî vê carê lotikek xweş avêt

Endamê Konseya Rêvebir a KCK xalê me Sabrî Ok lotikek xweş avêt, tepa xwe li nav serê AKP û HDP xist û tirr ji wan berda.

Qeraseyê zilqaman Sabrî Ok, li ser rewşa dawîn û devjêberdana çek û sîlehan ji ANF re axivî û çend lotik avêtin derûdorê.

Sabrî ok, di hevpeyvîna xwe de mîrkutek li nav serê hikûmeta AKP û Erdogan xist û got: „Kî dibêje wê PKK çek û sîlehên xwe deyne? Kê gotibe gû dixwe. Hebûn û nebûna me çek û sîlehên me ne. Em hêzên xwe ji bakurê Kurdistanê jî dernaxin der û çekên xwe jî danaynin babam, heke hinek hebin ku ji bakurê Kurdistanê derkevin hebin, ew jî artêş û polîsên Tirko ne. Berî her tiştî bela artêş û polîsên dagîrker ji Kurdistanê bicehimin û derkevin, divê berî her tiştî em li ser vê nîqaşê bikin“ filan û fîstan.

sabri ok KopieWek tê zanîn, ev çend sal in qaşo mizakereyek „ne mizakere“ tê meşandin. Rayedarên MÎT ê (dewletê) Girava îmralîyê kirine wek xan û hotêlê û her ku pirsgirêkek derdikeve, berê xwe didin cem başqanê me, xwe davêjin tor û bextê wî û bi navê mizakere û aştîyê destên xwe di ser serê wî re dibin. Ê tabî başqanê me jî diltenik û dilkeçik e, mirovperwer e, naxwaze Tirkan ji xwe bixeyidîne û Tirkîye tarûmar bibe, çi deynin ber wî, çi jê bixwazin nabêje na. Yek ji armanca herî mezin a vê quzilqurta mizakere û pêvajoya aştîyê jî helbet ev e ku PKK çekên xwe deyne û teslîm bibe. Niha halîhazir qasidê navbera başqan Ocalan, MÎT û Qendîlê  Halklari Dewşîrme Partîsî (HDP) ye. Pozmezin  û simbêlboqên HDP jî geh li defê dixin û geh li zirnê. Geh li ser navê Ocalan tiştekî dibêjin, geh li ser navê KCK û Qendîlê tiştekî din dibêjin. Wek mirîşka gêj li wan hatiye wesselam.

Axir, xalê me Sabrî Ok mîrkutek li nav serê pozmezin û simbêlboqên HDP jî xist û got: „Ew pozmezin û simbêlboqên HDP nikarin li ser navê me û partîya me biaxivin û biryaran bidin qardaşim. Biryara çekberdanê jî û şer jî di destê me de ye“ filan û bêvan.

Ez serê xwe, we û Sabrîkê xwe neêşînim, xalê me Sabrî Ok vê carê Kurdewarî axivî û behsa demokratîk û memokratîkan nekir. Bi taybet di derbarê artêş û polîsên dagîrker de û cehimandina wan de lotikek xweş avêt wesselam….

Qendîl

About The Author