Kêfa kîrê xwe jî nekir, zêr û pere jî çûn.

Şifêrê Otobozê

Piştî şerê Sûrîyê, xelkên Sûrîyê (çi Kurd, çi Erebên qûnreş û yên din) mecbûr man derbasî Tirkîyê bibin û bi qiriltehlî jiyana xwe bidomînin. Ê helbet ev rewş ji hinek qûnekan re bû mahne. Ji ber belengazî û jiyanek zor û zehmet, malbatên koçber mecbûr dimînin keçên xwe yên ciwan ji bo gepik û gezik nan bifiroşin. Helbet di nav wan kiryaran de bi taybet kalemêr û yextiyar jî pir in. Kalemêrên ku tirr di qûna wan de nemaye û diranek di devê wan de nemaye, bi çend qirûşan keçên koçberên Sûrîyê ji xwe re dikirin û dikin jin.

Axir, yek ji wan kalemêrên ku dixwest bi jinek ciwan re kêfa kîrê xwe bike, Fazli B ê Tirk e.

Jina Fazli B çûye rehmetê, bavê 3 zaroka ye. Rojekê kesê bi navê Alî Y. nas dike. Alî Y bazirganê jinan e, jê re fersendek mezin derketiye, keç û jinên koçberên Sûrîyê difiroşe xelkê. Alî Y ji Fazli efendî re dibêje „cîgerim, ez karim bi çend qirûşan te bi jinek koçberên Sûrîyê re bizewicînim. Jinek ciwan, germik û nermik, hema rabe û rûnê û ji ser dilê wê dernekeve“. Kêfa Fazli efendî pir tê.

Werhasil, Alî Y piştî çend rojan ji bajarê Hatayê jinek Ereb a 42 salî ji Fazli efendî re tîne û 4 hezar lîre jê distîne. Jinik jî ji bo zewacê bi 6 hezar lîre zêran ji Fazli efendî dixwaze. Êêêêêêê, Fazli efendî ketiye derdê kêfa kîrê xwe, ma 6 hezar lîreyan nade? Dide. Piştî hingûdinhek mezin, Fazli efendî bi mehra îmamê çaroxî jinikê li xwe mehr dike, kêf kêfa wî ye û şûr simbêlê wî nabirre.

Dibe êvar. Fazli efendî dikeve serşokê, rîha xwe û rûvê xwe kur dike û amadekarîya xistin û derxistinê dike. Lê rebeno nizane bê çi li pêşîwa wî ye û wê çi fotan û babelîsk lê rabe.

Jinika kone berî nîhandina şeva ewil, qehweyekê ji Fazli efendî re çêdike, dermanê xewê dixe nav qehwê û dide Fazli efendî. Fazli efendî bi kêf qehwa xwe vedixwe û dilezîne ku têkeve ser dilê jinikê û keleşkofa xwe di nav şeqên jinikê de biteqîne. Lê qehwa dermankirî qûnê lê diqetîne, wî di xew re dibe û kîrê wî sisto misto dike.

Jinika kone zêr û perên wî dixe bêrîkê û lingo bi qurbano, ji bajarê Çorûmê direve û wenda dibe.

Ez serê we neêşînim, Fazli efendî niha ketiye dû zêr û perên xwe. Kêfa kîrê wî lê herimî lê kula zêr û peran di dilê wî de bû hisret.

Îcar ji kerema xwe gelî xwendevanan, heke we ev jinika di wêne de dît, bi xêra dê û bavên xwe xeberê bidin xalê xwe Fazli efendî wesselam….

Çorûm

About The Author

2 thoughts on “Kêfa kîrê xwe jî nekir, zêr û pere jî çûn.

  1. SIKAV.BAŞ BÛ KU REVIYA.
    MA DI KÎRÊ ÇILMISÎ DE ÇI KEYF HEYE???
    ÎDÎ BILA EFENDIYÊ ME VAN GÛYAN NEXWE/NEXO.
    BILA BIBE DERS BO WÎ

  2. Fezil Efendi,xweli li sere tebe, tu qurbana quze jinikebi, ma cima te nizanibu,weki tu nikari qet guye jinike bixwi? Zu yan dereng jinike we deve teda gu bikira bere ewil bona we yeke, weki tu buyi wek kireki cilmisi, be ruh,miri,,,

Schreibe einen Kommentar

Deine E-Mail-Adresse wird nicht veröffentlicht. Erforderliche Felder sind mit * markiert

Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.