Hinek bi nexweşîya „kartonan“ dikevin, hinek jî bi ya kevokan

Belê, nexweşî li dinyayê zêde bûye. Gellek cûreyên nexweşîyê di nav insanan de belav bûye. Vîrûs û mîkropên kesanedî belav bûne. Wek nexweşîya berazan, ya mirîşkan, ya pez, ya ker û qantiran û wekî din. Lê ji hemûyan balkêştir nexweşîya kantonan û ya kevokan e.

Hinek Kurdên me bi nexweşîya karton û kantonan ketine. Dixwazin di çadir û şikeftên ekolojîk de Kurdistanê li kantonan belav bikin û di kefenê 101 bavê Kurdan in, Kurdistanê ji hev tarûmar bikin. Helbet ev nexweşîyek giran e. Heta niha tu doktor û bijîşkan, tu hekîm û loqmanan derman jê re nedîtiye. Lê dibêjin tenê çare û dermanek vê nexweşîya kanserojen heye, ew jî netewperestî û serxwebûna Kurdistanê ye. Ne li ser bextê me be ha, li ser bextê Beton Misto be.

kevokAxir…

Nexweşîyek din jî heye ku hema bêjin ew jî wek jana zirav e, derdê bê derman e. Nexweşîya kevokan!

Li Kurdistanê jî nexweşên kevokan hebûn, belkî îro jî hene. Bi sedan kevok xwedî dikirin, ew difirandin û sebra xwe bi ferca wan dianîn. Lê xuyaye hinek Tirk ji Kurdan zêdetir bi nexweşîya kevokan ketine. Meselen wek kevokevîn Serkan Alp.

Serkan Alp efendî ji bo kevokekê li gor dilê xwe bikire, bi salan bajar bi bajar, gund bi gund geriyaye, heta ku ew kevok li bajarê Bûrsayê dîtiye.

Û bi çiqasî kiriye hûn zanin?

Bi 10.000 (10 hezar lîre) lîreyên Tirkan kiriye.

Yanî qelenê jinekê, qelenê trimbêl û traktorekê.

Li gor Serkan Alp efendî, li Tirkîyê wî kevoka herî spehî û bedew kiriye û pir û pir bextewar e.

Law oxlim, li Tirkîyê bi milyonan birçî û perîşan hene, hisreta wan qirûşek e, ma go te zikê çend zarokan têr bikira ne bixêrtir bû ewladim?

Ez serê xwe û we neêşînim, nexweşî zehmet e.

Ku meriv bi nexweşîya bêderman ket, ne kevok meriv rehet û azad dikin, ne jî dîk û mirîşk. Tew ku ew nexweşî nexweşîya heywan û ajalan be, yekcar derman û çare jê re nîne wesselam…

Bûrsa

About The Author