„Belê! Min Talat Paşa kujt û ez ne poşmanim“

Di bîranîna sedsaliya qirkirina Ermeniyan de, serpêhatiya Apo Heyder û Soghomon Tehlirian.

Saleke nû destpêkiribû, bêhna biharê dihat, ji berfa sipî gulên Befrînê xuyadikirin hêdî hêdî. Lê belê, çi rojek ji rojên xerab û wêrane bû li ser me de dihat. Bi hezaran leşkerên osmaniyên Tirk dora Gundê me yê ser bi Erzincanê ve girtin.
Bê pirs û bê dudilî, di kêliyekê de hemû kel û pelên me bi me dan komkirin û berê me dan rîya gund di navbera Erzincan û Dêrsimê de. Piştre navê wê riyê bû Riya Mirinê.

Şeveke tarî bû,
Bêdengtir bû ji mirinê.
Dûr bû, belê gelek dûr bû rê,
Girantir bûn gavên me ji kembaxa hêlmê.
Çi pêşbihar,
Çi serma û seqemek dijwar!
Dileriziyan dest û ling,
Hinav û mêlak dihatin xwar.
Di newaleke kûr û tenha de,
Rawestandin em bêbavên jendermeyan.
Talankirin em,
Birin kelûpel, pere û zêr.
Û piştre?
Çinge çinga tifing singoyan,
Gure gure guleyan.
Kete xwar birayê min,
li ber van herdu çavan.
Xwişka min birin, dirêjî wê kirin ew destên gemar,
Ket erdê dayîka min bi qêrîn û bi hawar.
Divedan li ber çavên min agirê lûlê tifingan,
Diçirisîn wek brûskên li ezmanan.
Hêle hêl, erê dayê, kêferat bû,
Nale nala zar û zîçên neçar bû.
Ew laşên ter û nazik yek bi yek diketin,
Ew canên bêguneh bi xwînê dişûştin.
Şiyar bûm ji xew, berdestê sibê bû,
Çi dibînim hey xwedê! Leylanokên mirinê bûn.
Li aliyek dê û bav, dapîr û bapîrên min,
Li aliyê din xwişk û bira, heval û hogirên min.
Tev di hembêza mirinê de bêdeng bûn,
Tev di nav xwînê de bê liv û lebat bûn.
Ez nizanim, lê di nav wan 250-300 kesan de tenê ez zindî ma bûm,
Ji şokê şiyar bûm û ji tirsa min nedikarî hawar jî bikim.
Lê min soza „Tolhildanê“ da û ketim rê…
Piştî qederekê ji rêveçûnê, rastî şivanekî Kurdê Dêrsimî hatim.
ji halê min diyar bû tiştên bi serê min hatîn.

Bê pêjn û bê gotinekê bêje, kûr kûr li min nêrî, te digot qey dixwest di çavên min de tiştekî bixwîne. Lê ma rebenê xwedê wê ji ku bizanîba  ji nav lepên mirinê derketibûm, ji kêliyên bizdabûn û tirsê vegeriyabûm! Ma ji ku wê bizaniba rêwiyê bê rê bûm, geliyê tunebûnê dihatim. Sivanê Dersimî yê bi navê Apo Heyder ez girtim û bi gavên hûrik û bi dizî birim malê.

Nêzîkî çar pênc mehan mam li mala Apo Heyder mam ez.

Sibehekê li ser taştê de bûn em, çend gundiyên Apo Heyder ketin hewşa malê. Di guhên wî de tiştek gotin û dîsa ji malê dûr ketin. Min di cih de zanî, ku ew li ser min axivîn. Ji ber ku gava diaxiftin awirên wan li min diketin, lê dengê wan ewqas nizim bû min nedikarî ji hev derînim.

Soghomon Tehlirian 1921.jpg

Apo Heyder nêzîkê min bu û got:
„Sogomon, dewletê fermana wan kesan daye, ewên ku ermeniyan li mala xwe vedişêrin. “veşartine. Heger tu li vir bimînî, wê me tewanbar bikin û wê te jî tune bikin.“
Wek xortekî nugihayî, min nedizanî çi bikim an jî çi bêjim. Tenê di serê min de tolhildana kuştiyên me hebû. Min tenê guh dida wî bê bikarim devê xwe vekim û jê re tiştekî bêjim.
Roja din berî roj bavêje, Apo Hayder ez ji xew şiyar kirim, cil û bergên kurdî li ber min kirin û got:

„Sogomon, van kincan li xwe bike, divê em bi lez û bez derkevin. Tu nema dikarî li vir bijî, ezê te bighênim Iranê. Ji xwe bi hezaran Ermenî xwe gihandine wir, divê ez te jî bighinim wan“
Bi wan cilên min wergirtîn wek xortekî Kurd dihatim xuyakirin. Belê, tam wek kurê Apo Hayder dihatim diyarkirin. Me da rê, 7-8 rojan birêve çûn. Di dawiyê de em gihiştin sînorê Iranê. Apo Heyder ez teslîmî hinek gundiyên beyazidê kirim. Ew li Gund ma ta ku gundiyan ez derbazê hêla din a sînor kirim.

Her çendî ez rizgar bûbûm, lê şeva rêwîtiya mirinê qet ji bîra min nediçu. Min hemwelatiyên xwe ên Ermeni li Tehran dîtin. Axaftinên me ên rojane li ser qirkirina me bûn. Rikberiyek bêhempa li beramber Tirkên Osmanî peyda bûbû li nav komelgeha me ya Ermeniyan de û bi taybetî li beramber Talat Paşa.

Sala 1918 agahdariyek belav bû ku Talat Pasa bi alîkariya almanan, bi keştiyekê revyabû û xwe gihandibû Almanya. Min biryara xwe da, divyabû ez bikevim dû Talat Paşa. Di demeke kûrt de min xwe gihand Fransa û xwe li paytexta wê li Parisê bi cî kir. Piştî salekê çûm Berlinê, bajarê ku Talat Paşa lê dima.

Min li taxa Kreuzberg li Berlinê li ba terziyekî Ermenî dest bi kar kir. Di heman demê de li dikana wî dimam.

Tiştê ji bo min girîng ne çawabûna cih û karê min bû. Tiştê girîng bû ku min stargeha Talat Paşa keşif kiribû. Ez nêzê wî bûm, hindik mabû ku ez bighêm armanca xwe.

Piştî sê mehan ji mayîna min a Berlînê min karî cih û warê Talat Paşa nas bikim. Li Erns-Reuter-Platz, li maleke mezin û bi navekî sexte dima. Di heman cihî de li Hardenberger Strasse 37, li ba xanima almanî bi navê Ditmar odeyek ket destê min. Min her roj Talat Paşa didît û dikatim şopa wî. Li kîjan Çayxanê, li kîjan Kafêteryayê rudinişt û kengê diçû sinemê û tiyatroyê, tevaya van agahiyan min komî li ser hev dikirin.

Roja Biryarê

Roja 15ê Adara 1921an, derdorê saet 09ê sibê, min çeka xwe girt û ez derketim ji malê. Li kolana Hardenberger Strasse li benda Talat Paşa bûm. Baran dibarî û ditirsiyam ku Talat Paşa wê rojê dernekeve der. Lê piştî rawestaneke nêzîkî nîv saetê Talat Paşa xuyakir. Çetra wî li dest û ber bi Zoologische Garten ket rê. Ez ketim dûv wî, li Hardenbergerstarsse, li kêleka Fasanenstrasse ez gihiştim Paşa.

Min nedixwest ji piştê ve lê bidim. Loma min bang kir û got; „Talat, ka vegere !“

Talat vegeriya û min weha got:
„Gelo gava te biryara qirkirina me Ermeniyan da û we fermana me anî, gelo qet nehat fikra te wê rojek xortekî ermenî wek min were pêşiya te ?“
Min fersenda axaftinê jî neda wî û guleyek berda eniya wî. Talat ket û ez jî ji wir dûr ketim….
Min li dadgeha almanî jî got: „Min bi kûştina Talat Paşa ya bi dilê xwe kir, ez ne Poşmanim û gelek bextewar im!“


Rojhat Amedî

About The Author